Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?

  • rojane
  • 10:01 11 Mijdar 2025
  • |
img

AMED - Şert û mercên "koletiyê" li cihên kar dibin sedema berhêlîkirina ber bi tiryakê. Gel, di vî warî de hewldanên şaredariyan têrker nabînin. Lêkolîna qadî, ligel pêşxistina qadên kar û civakî îşaret bi avakirina "mekanîzmayên ewlehiya kolektîf" dikin.   

Di têkoşîna li dijî vê pirsgirêkê de, destnîşankirina rêje û bandora tiryakê pir girîng e. Sedema sereke ya vê yekê ew e ku tiryak, îro bûye çavkaniyeke bingehîn a gelek pirsgirêkan. Li gorî lêkolînên qadm û pisporan, tiryak ne tenê bandorê li kesan dike, di heman demê de bandorê li tevahiya civakê jî dike. Ew di heman demê de amûreke bingehîn e di pêkanîna polîtîkayên şerê taybet de. Ew di heman demê de çavkaniya tişteên wekî sîxurî, çetebûn, fihûş û diziyê ye.     
 
Li bajarên wekî Amed, Wan, Êlih, Şirnex, Colemêrg, Agirî û Bedlîsê firotin û bikaranîna tiryakê zêde bûye, bi taybetî piştî "plana çokdanînê" ya piştî 2015-2016'an. Rewşeke wisa li taxên ku rêxistinên çepgir li Tirkiyeyê xurt in jî heye. Lêbelê, lêkolînên li ser çavkaniya vê pirsgirêkê, berfirehiya wê û çareseriyên pêşniyazkirî ne bes in.
 
Tekane xebata qadê ya li ser bajarên Kurdistanê ku bi raya giştî hatiye ragihandin, aîdî Navenda Lêkolînên Qadê yên Civakî-Polîtîk e. Çar xebatên navendên hene ku di salên 2024 û 2025'an de li ser bikaranîna tiryakê hatine kirine. Xebatên qadê yên di dîrokên cuda de li navçeyên Rezan, Farqîn û Erxenî yên Amed û her weha li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hatine kirin, paralel in.
 
DER BARÊ XEBATAN DE   
 
Di anketeke sala 2024'an de ku li 12 taxên Rezanê hatiye kirin, ji sedî 66.7'ê koma lêkolînê diyar kirine ku ew her roj li ser "înternet û medyaya dîjîtal", ji sedî 59 "guhdarîkirina muzîkê" û ji sedî 51 "bi hevalan re" wext derbas dikin. Ji sedî 81.3 ragihandine ku "tu carî" demê ji bo "çalakiyên hunerî" û ji sedî 70.8 jî ji bo "çalakiyên werzîşê" derbas nakin. Rewş li navçeyên din jî ne cuda ye.
 
Ev daneyên girîng nîşan didin ka mirov dikare li ku derê planên li dijî tiryakê bi kar bîne.
 
LI KU DERÊ TÊ BIKARANÎN?  
 
 
Dema ku ji beşdarên koma lêkolînê pirsa "Hûn vê tiryakê li ku derê bi kar tînin?" hatiye pirsîn, ji sedî 24.2'yê beşdaran bersiva "li kolanê", ji sedî 21.8 "li qadên vala", ji sedî 17 "li parkan", ji sedî 14.5 "li malê", ji sedî 9.7 "li cihên metrûk", ji sedî 7.9 "li ber sûran", ji sedî 1.8 "di wesayîtê de", ji sedî 1.8 "li mal/cihên kar ên heval/xizmên xwe" û ji sedî 1.2 "li kargehê" dane.
 
BERPIRSIYARÎ DIKEVE SER MILÊ HEMÛ SAZIYAN
 
Piraniya beşdaran diyar kirine ku wan ji "xwestekê" an "meraqê" dest bi bikaranîna tiryakê kirine. Di lêkolîna qadê yên li Rezanê de, ji beşdaran her wiha hatiye pirsîn, "Gelo we qet xwestiye ku dev ji bikaranîna tiryakê berdin?" Ji sedî 68.1'ê beşdaran bersiva "Na" û ji sedî 31.9'ê jî bersiva "erê" dane.
 
 
Yek ji xalên sereke yên lêkolînê ew e ku kîjan sazî ji bo çareserkirina tiryakê berpirsiyar in. Ji sedî 36.8'ê beşdaran bersiva "hemû sazî", ji sedî 18 "yekîneyên ewlehiyê", ji sedî 12.6 "şaredarî",ji sedî 7.4 "walîtî", ji sedî 7.2 "malbat" û ji sedî 4.7 "nexweşxane" dane.
 
Ev encam girîngiya têkoşîna/berpirsiyariya hevbeş di navbera saziyan de dide der.
 
Dema ku ji beşdaran hatiye pirsîn, "Divê şaredarî der barê tiryakê de çi cure kar bikin?", ji sedî 28.8'ê beşdaran bersiva, "Piştgiriya Derûnî-Civakî," ji sedî 25.2 "Xizmetên Parastin/Pêşîlêgirtinê," ji sedî 24.2 "Navendên dermankirinê," ji sedî 12.4, "Piştgiriya aborî," û ji sedî 8.7, "Xizmetên şêwirmendiyê" dane.
 
Beşdarên navçeyên Erxenî, Farqîn û Dêrikê jî bi giranî bersivên bi vî rengî dane.
 
ÇAVDÊRIYÊN LI QADÊ  
 
Çavdêriyên hevpar ên ku ji lêkolînên qadî derketine ev in:
 
Bi taybetî li xanî û avahiyên metrûk yên piştî erdhejan hatine valakirin, bikaranîn û firotina tiryakê berbelav e. 
 
Tiryakfiroş wekî çeteyan tevdigerin û fuhûşê teşwîq dikin.
 
Li hin cihên şahiyê ji ber tiryak û fuhuşê her tim pevçûn çêdibin. Ne rêveberiyên herêmî û ne jî saziyên din ên têkildar tu cezayan li van cihan ferz nabirin.
 
Li cihên ku bikaranîna tiryakê zêde ye, bûyerên wekî diziyê çêdibin.
 
Piraniya bikarhêneran dermankirinê naxwazin. Yên dixwazin jî ditirsin ku "bên fîşkirin." 
 
Piraniya tiryakê ku tên taxê ji Amed tên dabînkirin. (Beşdarên Dêrikê)
 
Piraniya hevpeyvînkarên ciwan ên di koma temenî de ku diviyabû biçûna lîseyê dev ji xwendinê berdane û dest bi kar kirine.
 
Gelek malbatên bikarhêneran haya wan ji rewşê tune ye. 
 
Parkên ku êvaran vala dibin û bê ronahî ne, ji hêla tiryakfiroşan ve wekî navend tên bikaranîn.
 
Madeyên sentetîk di salên dawî de pir zêde bûne. 
 
Nerazîbûna li hember xizmetên şaredariyê di têkoşîna li dijî tiryakê de di asta herî bilind de ye.
 
Gelek ji jinên ku hevdîtin bi wan re hatiye kirin gotine ku zêdebûna bikaranîna tiryakê tacîzê jî zêde kirine.
 
PÊŞNIYAZ  
 
Divê têkoşîna li dijî tiryakê tavilê were destpêkirin, bi toreke ku hemû dînamîkên bajêr di nav xwe de bigire. Divê planên stratejîk werin pêşxistin.
 
Berpirsiyariyên girîng ên rêveberiyên herêmî hene; divê ew kontrolên bibandor bicîh bînin da ku pêşî li bikaranîn û bazirganiya tiryakê bigirin. Di vî warî de, divê ew hevkariya xwe bi dezgehên dewletê yên têkildar re zêde bikin. Divê ew kampanyayên hişyarkirinê û navendên dermankirina tiryakê jî ava bikin.
 
Avahiyên metrûk divê werin hilweşandin an jî ji nû ve werin çêkirin, erdên vala û gundewarên bê çavdêrî divê werin kontrolkirin an jî werin veguherandin ji bo qadên werzîş û çandê.
 
Divê park û baxçeyên ku êvarê ne ewle ne werin ronîkirin/başkirin.
 
Divê qadên çalakiyên civakî ji bo ciwanan werin zêdekirin. Divê qursên çand û hunerê werin berbelavkirin. 
 
Divê navendên ku piştgiriya derûnî, perwerdehiya pîşeyî, atolyeyên hunerî û xizmetên şêwirmendiyê peyda dikin, werin avakirin.
 
Divê navendên hevgirtinê ji bo jinan werin avakirin û navendên serlêdanê yên ku jin karibin li dijî tacîz û cureyên din ên tundûtûjiyê têbikoşin werin çêkirin. 
 
Divê tedbîr bên girtin da ku piştî dibistanê rê li ber gihîştina hêsan a tiryakê bê girtin û her çend polîs li ser vê mijarê li hev nekin jî, divê rêveberiyên dibistanan û şaredarî karibin protokolên hevbeş çêbikin û bi hev re bixebitin.
 
BERPIRSIYARÎ  
 
Tevahiya civaka karsaziyê ya bajêr dikare di têkoşîna li dijî zêdebûna tiryakê rolekê bilîze. Ew dikarin ji bo ciwanan derfetên kar biafirînin. Di vî warî de, ew dikarin bi rêveberiyên herêmî re projeyên hevbeş pêş bixin.
 
Divê bernameyeke pêşketina civakî-aborî ya bêhempa li hin taxan bi hevkariya dînamîkên bajêr û rêveberiyên herêmî were pêşxistin. Divê çavkanî û potansiyela herêmî ji bo civaka herêmî were veguherandin.
 
Bi taybetî li kargehên tekstîlê divê şert û mercên xebatê werin başkirin. 
 
HEVKARIYA LEŞKER-POLÎS û FIROŞKARAN!  
 
Çavdêriyeke din a girîng ew e ku li gelek deveran, leşker û polîs firotina tiryakê hêsan dikin an jî bi firoşkaran re hevkariyê dikin. Piraniya beşdarên anketê diyar kirine ku her çend leşker û polîs şahidiya wan bikin jî, ew mudaxele nakin, ev yek jî pirsgirêkê girantir dike. Hin kesan jî diyar kiriye ku firoşkar bi awayekî sîstematîk bi hevkariya dewletê tiryakê difiroşin.
 
RÊXISTINBÛNA CIVAKÎ
 
Di hemû hevpeyvînan me de, hatiye destnîşankirin ku hin mirin û xwekuştinên dawî rasterast bi bikaranîna/firotina tiryakê ve girêdayî ne. Hatiye tekezkirin ku tedbîra herî girîng a li dijî firoşkarên tiryakê "rêxistinkirina civakî" ye.
 
Sibê: Divê zimanekî çawa bê bikaranîn?
 
MA / Azad Altay - Berîvan Altan   

Sernavên din

16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket