Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be

  • rojane
  • 10:56 12 Mijdar 2025
  • |
QERS - Şaredarê berê yê Hopayê Yilmaz Topaloglû, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û got: “Êşa li Behra Reş jî, ya li Amedê jî heman êş e. Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be.” 
 
Hem li Tirkiye û Kurdistanê hem jî li seranserî cîhanê piştgiriya ji bo banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Tevî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtin jî heta niha dewlet û îktîdarê tu gaveke şênber neavêtiye û vehêlandina wan a pêvajoyê, rastî bertekên gel tê. 
 
Şaredarê navçeya Hopa ya Artvînê yê berê Yilmaz Topaloglû ku bi eslê xwe Hemşîn e û li wir dijî jî piştgirî da pêvajoyê. Topaloglû, di navbera salên 2004-2009’an de şaredartiya navçeyê kir û tev li merasîma çekşewitandinê ya PKK’ê bûbû. Topaloglû, diyar kir ku li cihekî gel, bawerî û nasname xwe bi xwezayî îfade nekin teqez kêmasî derdikevin û got: “Lewma jî ev zemînê niha hatiye avakirin gelek biqîmet e. Pêvajo tenê bi têkoşîna Kurdan biencam nabe. Gelek gel û bawerî vê pêvajoyê dişopînin. Bi temamkirina vê pêvajoyê û birêvebirina wê re dê gel û bawerî destkeftiyên pir mezin qezenc bikin.” 
 
‘DIVÊ DEWLET TIŞTA DIKEVE SER MILÊ XWE BIKE’ 
 
Bi domdarî Topaloglû bal kişand ser qonaxa pêvajo gihiştiyê û got: “Rêxistina bi fesixkirina xwe, bi bidawîkirina rêbaza çekdarî, şewitandina çekan û vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê re gavekî gelek cidî avêt. Vê nîşan da ka rêxistin ji bo pêvajojoyê çiqas micid e û xwe amade kiriye. Hewceye dewlet jî tiştên dikeve ser milê xwe bicih bîne.” 
 
MISOGERIYA AŞTIYÊ
 
Di berdewamê de Topaloglû bi bîr xist ku tev li merasîma çekşewitandinê ya gerîlayan bûye û ev tişt anî ziman: “Li wir min cidiyeteke mezin dît, bûm şahid ku bi awayekî disiplînî çekên xwe şewitandin. Ev tiştekî pir biqîmet bû û bi gavên piştre hatine avêtin jî hate xurtkirin. Vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê, ji bo avakirina zemîna çareseriya bi rêya siyasetê pir biqîmet e. Ji ber ku min şahidiya vê roja dîrokî kir, pir keyfxweş im.” 
 
Bi domdarî Topaloglû got ku di nava civakê de fikar û nediyarî heye û wiha pê de çû: “Temînata aştiyê, ziman, bawerî û rengê gel e. Alîgirên aştî û siyaseta demokratîk jî divê yekitiyeke xurt ava bikin. Divê zimanekî ava bikn. Divê hemû beşên civakê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Divê yek bi yek biçin malên hemû welatiyan, biçin cihên dawetan û her derê û tiştên aştî dê bide civakên Tirkiyeyê bên zêdekirin. Dewlemendkirina zimanê hevpar û misogerkirina vê ya ji hêla zagonan ve girîng e.” 
 
‘BILA GELÊN LI BEHRA REŞ JÎ BIBIN AKTOR’ 
 
Topaloglû, bal kişand ser pêvajoyê bê li Behra Reş çawa tê nirxandin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev ne pêvajoyeke hêsdan e. Salên dirêj şer hebû û her cureyên daxwazkirina maf bi hinceta şer hatin binpêkirin. Ji hêla fîzîkî ve jî navên leşker, zarok, ciwan, polîsên şehîd bûne li pir û rêyan kiriye. Êşa li Behra Reş çi be ya li Amedê jî ew e. Anku tiştekî wisa hêsan nîne ku cihekî zêde neteweperest û dijminatî lê hatiye xurtkirin mirov di carekê de veguherîne. Lê dema em aqil û mantiqa xwe bi kar tînin, dibînin ku di serdemên şer de tevî pirsgirêkên mezin jî gel nebûne dijminên hev. Serdestan nekarîn gelan bikin dijminên hev. Niha jî ya aqilane ew e ku xelkê Behra Reş jî tev li pêvajoyê bibe, ne weke çavdêr lê divê weke aktor tê de cih bigire. Heke organîzasyonên bi vî rengî bên kirin, li gorî min dê tu kes li ser fikra tunekirin û tolhildanê tevnegere.” 
 
MA / Omer Akin 

Sernavên din

16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket