NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li gelek bajaran li hev civiyan. Di çalakiyê de li aqûbeta Nazim Gulmez, Hamza Tutan, Ali Tekdag, Hakki Kaya û Orhan Yakar ku di dîrokên cuda de di bin çavan de hatin windakirin pirsin.
Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ku ji bo 22'yemîn Kongreya Giştî ya Asayî ya ÎHD'ê hatin bajêr, li Dika Yilmaz Guney ku kongre lê tê lidarxistin, daxuyaniyek dan.
Di çalakiyê de li aqûbeta Nazim Gulmez ê ku di 14'ê Cotmeha 1994'an de li gundê Taşitliyê yê navçeya Xozat a Dêrsimê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
GEVER
Şaxa ÎHD a Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 201'emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya Geverê kom bûn. Pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin vekirin. Vê hefteyê, xizmên windayan ji bo Hamza Tutan ê 22 salî ku di 8'ê Mijdara 1985'an de di binçavan de hat kuştin kom bûn.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê çalakiya xwe ya du hefteyî ya bi navê "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsên "Winda diyar in, kiryar li ku ne" û "Winda wijdan in, xwedî li wan derkevein" hatin hildan û li aqûbeta Alî Tekdag ê ku di sala 1993'yan de li Amed'ê hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin hat pirsin.
AMED
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 875'emîn a çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê kom bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û li aqûbeta Hakki Kaya ku di 18'ê Mijdara 1996'an de li Amedê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
ÊLIH
Li Êlihê, çalakiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan ku di hefteya xwe ya 711'an de ye, li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Orhan Yakar ku di Mijdara 1994'an de li Stenbolê winda bû û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsin.
Daxuyanî bi çalakiyên rûniştinê ya protestoyî bi dawî bûn.
