ENQERE - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê vê hefteyê li Meclisê bicive. Her wiha tê payin ku 11’emîn Pakêta Darazê jî pêşkeşî Meclisê bê kirin.
Vê hefteyê dê Lijneya Giştî ya Meclisê û di komîsyonan de mesaiyeke zêde bê kirin. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku civîna wê du caran hate taloqkirin, dê di 18’ê Mijdarê de bicive. Civîn, dê bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş were lidarxistin û li Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin bên guhdarîkirin. Tê payin ku di qonaxa nû de dê partî raporên xwe yên ji nêrîn û pêşniyar pêk tên pêşkeşî komîsyonê bikin û piştre dê derbasî amadekirina rapora komîsyonê bibin.
DU CARAN HATIBÛ TALOQKIRIN
Komîsyon, herî dawî di 30’ê Cotmehê de di civîneke ji çapemeniyê re girtî de li Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç guhdarî kiribû. Civîna din dê di 6’ê Mijdarê de bihata lidarxistin lê ji ber bernameyên wezaretê karên hundir û parastinê hatibû taloqkirin. Dihat payîn ku civîn di 13’ê Mijdarê de were lidarxistin lê ji ber 20 leşkerên di balafira kargoyê de mirîn, dîsa hatibû taloqkirin.
DÊ TÊKILDARÎ BUDÇEYÊN 5 WEZARETAN HEVDÎTIN BÊN KIRIN
Tê payin ku di 17’ê Mijdarê de têkildarî budçeya Wezareta Karên Hundir, di 18’ê Mijdarê de li ser budçeya Wezareta Veguhestin û Binesaziyê, di 19’ê Mijdarê de li ser budçeya Wezareta Karên Derve, di 20’ê Cotmehê de li ser budçeya Wezareta Perwerdeya Neteweyî û di 21’ê Cotmehê de jî li ser budçeya Wezareta Tenduristiyê hevdîtin bên kirin.
TÊ PAYÎN KU PAKETA DARAZÊ PÊŞKEŞÎ MECLISÊ WERE KIRIN
Li hêla din, tê payin ku 11’emîn Paketa Darazê ku demeke di rojevê de ye jî vê hefteyê pêşkeşî Serokatiya Meclisê were kirin.
Komîsyona Lêkolînkirina Pirsgirêkên Kesên Astengdar, dê vê hefteyê sê caran bicive. Di roja sêşemê de dê rayedarên Midûriyeta Giştî ya Xebatê ya Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî, Konfederasyona Sendîkayên Memuran, KAMU-SEN û Bîrleşîk Kamu-Îş, di roja çarşemê de OSYM û TUBÎTAK, di roja pêncşemê de jî rayedarên Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û TESK’ê ji komîsyonê re pêşkeşiyê bikin. Her wiha dê di roja pêncşemê de li peyanera astengdar Zulal Tannurê bê guhdarîkirin.
Di rojên sêşem û çarşemê de dê civînên koman ên partiyan jî bên lidarxistin.
