AMED - Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç têkildarî vekişîna gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd ji Zapê nirxand û got: “Çawa ku aliyê Kurd gavan diavêje, hewceye dewlet jî bi heman awayî gavan biavêje û Abdullah Ocalan azad bibe.”
Hevserokê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtin û bêdengiya dewletê ya li dijî van gavan nirxand. Kamaç, diyar kir ku gelê Kurd gavên li gorî ruhê pêvajoyê diavêje lê kevoka aştiyê bi baskekî nikare bifire.
'JI BO PEŞEKETINA PÊVAJOYÊ PÊDIVÎ BI AVÊTINA GAVAN HEYE’
Kamaç, diyar kir ku heta niha jî pêvajoyeke tenê yekalî gavan diavêje dijîn û got: “Piştî banga birêz Ocalan, PKK’ê biryara xwefesixkirinê da, çek şewitand, xwe ji bakurê Kurdistanê vekişand û herî dawî jî Zapê vekişiya. Ev gavên hatine avêtin, ji bo pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in. Civak li bendê ye ku dewleta Tirk jî gavan biavêje lê heta niha tu gavekî şênber neavêtiye. Bi ya min dê dewlet di demeke nêz de gavên şênber biavêje.”
‘GAVÊN HATINE AVÊTIN DÎROKÎ NE’
Bi domdarî Kamaç bi bîr xist ku gavên tevger diavêje ji hêla raya giştî ya cîhanê ve tên şopandin û ev tişt anî ziman: “PKK, gavên şênber diavêje. Ev gav, ji bo aştiya cîhanê girîng in. Dewlet û gelên cîhanê ev gav weke ‘gavên hêviyê didin’ nirxand. Gavên heta niha hatine avêtin pir girîng û dîrokî ne. Weke di daxuyaniyê de jî tê fêmkirin, vekişîna ji Zapê jî ji bo pêşîlêgirtina provokasyonan e.”
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE’
Di berdewamê de Kamaç got ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û wiha pê de çû: “Şert e ku dewleta tirk demildest gavên hiqûqî biavêje. Çawa ku PKK’ê li dijî provokasyonan gavan diavêje, divê dewlet jî pêşiya provokasyonên îxtîmal bigire. Di mijarên zagonên entegrasyonê de, girtîgeh, statuya Kurdî û gelek mijarên din de hewceye gavan biavêje. Ya herî girîng jî, ji bo serkeftina pêvajoya divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin.”
YEKITIYA KURDAN
Kamaç, destnîşan kir ku yekitiya Kurdan dê ji bo pêvajoyê gelek sûdewer be û xebatên di vê çarçoveyê de jî didomin. Kamaç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo serkeftina pêvajoyê, gelê Kurd tişta ji destê tê zêdetir dike. PKK gavan diavêje, partiyên siyasî li qadê dixebitin. Weke înîsiyatîfê em jî xebatên xwe dikin. Me heta niha li gelek bajarên bakurê Kurdistanê civînên girîng kir. Me 2 konferans li dar xist. A rast naveroka xebatên me ji bo yekitiya Kurdan e. Rojhilata Navîn bi taybet jî Kurd di pêvajoyeke dîrokî de ne. Kurdan di sedsala 20’an de yekitiya xwe ava nekiribûn. Heke vê sedsalê jî çênebe, dê tiştên ji sedsala berê xerabtir bijîn.”
Kamaç, got ku hêviya wî ji pêvajoyê heye û axaftina xwe wiha qedand: “Em ji gelê xwe bawer in. Înîsiyatîfa me xebatên xwe di çarçoveya pêvajoyê de dimeşîne. Di nava civakê de kelecanek jî ava kir. Em bawerin ku dê di vê serdemê de yekitî çêbibe. Ji ber ku serdemeke dîrokî ye, pêvajo bi xwe pêvajoyeke dîrokî ye. Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin û em ê bi hev re têkoşînê mezin bikin.”
MA / Fethî Balaman
