RIHA - Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, diyar kir ku gav neavêtina dewletê di civakê de fikaran çêdike û got divê tavilê gavên pêwîst bên avêtin.
Lêgerînên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane, bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbasî qonaxeke nû bûn. Ev bang wekî gaveke xurt a bidawîkirina serdema şer a bi salan û misogerkirina aştiya civakî hat nirxandin.
Tevî van pêşketinan ku di raya giştî de dengekî mezin veda, çavên civakê li gavên şênber ên dewletê ne. Lêbelê ji bilî damezrandina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ji aliyê dewletê ve tu gaveke girîng nehatiye avêtin û ev yek di civakê de bûye sedema fikarên kûr. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, di nirxandina xwe ya li ser geşedanan de, diyar kir ku ji bo ku pêvajo pêş bikeve, li benda gavên şênber ên dewletê ne.
'EM LI BENDA GAVÊN DEWLETÊ NE'
Oncel diyar kir ku pêvajoyek zêdetirî salekê ye dest pê kiriye û destnîşan kir ku bi nêzîkatiya Abdullah Ocalan ya li ser pêvajoyê, banga Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û bi tevkariya Serokomar re, Tirkiyeyê ber bi pêvajoyeke aştiyê ve gav avêtiye û ev tişt got: "Di vê çarçoveyê de hûn jî dizanin, di serî de PKK xwe fesix kir. Paşê bi awayekî sembolîk li Silêmaniyê merasîma bêçekbûnê pêk hat. Piştre gavek din jî avêtin û di 26'ê Cotmehê de bi temamî ji Tirkiyeyê vekişiyan. Bi rastî heta vê astê diviyabû Komara Tirkiyeyê gavên şênber avêtibûna. Nexasim di warê verastkirina hiqûqî de diviya gavên gelekî cidî hatibûna avêtin. Hîn jî em li benda gava dewletê ne."
'KOMÎSYONA MECLISÊ PÊŞVE NEÇÛYE'
Oncel destnîşan kir ku divê dewlet tavilê verastkirina hiqûqî bike û wiha pê de çû: "Divê di serî de PKK'ê ji pênaseya 'rêxistina terorê' derxe, da ku em bi rastî jî bibêjin, 'hikumet û alîyê dewletê jî gaveke şênbet avêt'. Lê heta niha me nedîtiye ku di vî warî de gaveke şênber hatibe avêtin. Ev yek fikar çêdike. Diviya heta niha ji bo endamên rêxistinê verastkirinên hiqûqî hatibûna çêkirin. Rêxistinê xwe fesix kir, çekên xwe danî. Ji aliyekî ve rêzdar Ocalan di vî warî de xebatên xwe dimeşîne. Li Meclisê komîsyon hat avakirin, lê hîn gavek jî pêş ve neçûye. Hîn jî tiştên ku divê di Destûra Bingehîn de derbarê rewabûna gelê Kurd de bêne bicîhkirin, nehatine kirin. Heta niha verastkirinên hiqûqî nehatine çêkirin, heta niha tenê gotin 'em ê her tim bikin, çareser bikin' li holê hene. Civak vê aştiyê pir dixwaze, naxwaze vegere rojên berê."
'MUXATABÊ PIRSGIRÊKÊ RÊZDAR OCALAN'
Oncel destnîşan kir ku akotê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan e û ji ber vê yekê divê komîsyon tavilê serdana Îmraliyê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêzdar Ocalan îrade nîşan da û di warê fesixkirina rêxistinê de gavên şênber avêt. Em bûn şahid ku rêxistinê bi awayekî sembolîk çekên xwe danî. Paşê me dît ku endamên rêxistinê ji Tirkiyeyê vekişiyan. Rêzdar Ocalan ev pêvajo gihandiye vê astê, loma muxatabê sereke yê pirsgirêkê rêzdar Ocalan e. Her kes dizane ku dewlet, artêş û îstîxbarat bi rêzdar Ocalan re hevdîtin kirine. Em dizanin ku pêvajo ji aliyê rêzdar Ocalan û dewletê ve tê rêvebirin. Ji ber vê yekê, heke heta niha komîsyonek hatibe avakirin, bê guman xebatên wê yên pir bi qîmet hene, lê divê tavilê bi rêzdar Ocalan re hevdîtinê bike."
'DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ BICIHANÎN'
Oncel rave kir ku baweriya welatiyên Tirkiyeyê ya bi hiqûqê qels e û got: "Li dîroka siyasî ya 25-30 salên dawî ya Tirkiyeyê binêrin, mixabin siyasetê bi rêxistinkirina darazê, daraz kiriye amûrek û siyaseta muxalif krîmînalîze kiriye. Divê 'mafê hêviyê' demildest bê bicîanîn. Divê em astengiyên li pêşiya xwe yek bi yek derbas bikin."
ALIYÊ KURD GAVÊN CIDÎ AVÊTIN
Oncel bal kişand ser giringiya cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo dewleta hiqûqê û dawî li axaftina xwe anî: "Tevî ku DMME'yê gelek caran biryarên binpêkirina mafan daye, hîn jî girtiyên doza Kobanê girtî ne û tên darizandin, ev yek nayê qebûlkirin. Heta hefteyên borî, DMME'yê îtîraza Tirkiyeyê jî red kir. Lê tevî ew qas dem derbas bûye, rêzdar Selahattîn Demîrtaş hîn jî di girtîgehê de ye. Divê demildest dawî li ragirtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bê anîn. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, ji ber ku li gorî Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya girtîgehê 'endamtiya rêxistina' didomîne, nehat berdan. Ev nayên qebûlkirin. Nexasim aliyê PKK'ê, aliyê rêzdar Ocalan, aliyê DEM Partiyê di pêvajoya çareserî û aştiyê de gavên cidî û şênber bi niyeta baş diavêjin, lê mixabin hîn jî xebatên dewletê yên li ser destura bingehîn tune ne û ev yek di civakê de dibe sedema fikareke kûr."
MA / Melîk Varol
