NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya diyar kir ku di operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê de ji 7 polîsên birîndar 3 jê mirine.
Di operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê de pevçûn derket. Di pevçûnê de 7 polîs birîndar bûn. Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yalovayê. Dibistanên li herêmê jî navber dan perwerdeyê. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî bûyerê daxuyanî da û got ku ji 7 polîsên birîndar 3’yan jê jiyana xwe ji dest dane.
Yerlîkaya, diyar kir ku di nava mehekê de 137 gumanberên DAIŞ’î hatine girtin û 97 DAIŞ’ê bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Yerlîkaya, bi domdarî got ku îro li 15 bajaran bi awayekî hemwext ser 108 navnîşanan de girtine û li Yalovayê pevçûn derketiye. Yerlîkaya, da zanîn ku di pevçûnê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dane.
