Jin li dijî tundiyê serî natewînin
- jin
- 10:57 01/12/2022
Jinên ku li dijî tundiya polîsan di 25 Mijdarê de ji qadan venekişiyan, destnîşan kirin ku wê li dijî armanca “serî tewandinê” ya deshilatê têkoşîna xwe mezintir bikin.
Jinên ku li dijî tundiya polîsan di 25 Mijdarê de ji qadan venekişiyan, destnîşan kirin ku wê li dijî armanca “serî tewandinê” ya deshilatê têkoşîna xwe mezintir bikin.
Seroka Odeya Plansazên Bajêr a Stenbolê Pinar Pelîn Gîrîtlîoglûyê diyar kir ku polîtîkayên bajarbûniyê bi feraseteke nêrza tên birêvebirin û jin tên vederkirin û got ku bi pêkanînên wekî otobûsa pemberî texsiya pembe, parka jinê û qehwexaneya gel re polîtîkaya "jîngehên civakî" jinê bêtir hepsî malê dike.
Jin Bi Hev Re Bihêz in (KGB), şideta polîsan a li jinan û binçavkirinan jinan protesto kir. Di çalakiya protestoyê de hat diyarkirin ku têkoşîn sînoran nas nake û hat xwestin ku jinên hatine binçavkirin demildest bên berdan.
Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê giliyê polîsên ku di meşa 25’ê Mijdarê de tundî li jinan kiribûn kirin û wiha gotin: “Heta ku temamiya polîsên îşkencekar tên darizandin dê têkoşîna me bidome.”
Endamên TJA’yê û jinên HDP’î ku bertek nîşanî binçavkirina jinan a di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de dan wiha gotin: “Tu jinên kurd li dijî vê pergalê serê xwe netewand û wê netewîne. Têkoşîna jinan nikare were darizandin.”
Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li CPT’yê kir ku ji bo ku bi berpirsyartiya xwe ya têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi cih bîne.
Danişîna doza kesê bi navê M.S. ku li Wêranşarê “îstîsmara zayendî” li zirxwişka xwe ya 10 salî S.S. kiribû hat lidarxistin. Di dozê de daxwaza girtina bersûcê îstîsmarê hat redkirin.
Aktîvîstên TJA’yê bertek nîşanî êrişên polîsan ên di dema çalakiyên di 25’ê Mijdarê de li dijî jinan hatine kirin û biryara binçavkirina 50 jinan dan û wiha gotin: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku ji berxwedana jinan a li Îranê bi pêşengtiya jinan mezin dibe tirsiya, jin kirin hedefa xwe. Yekitiya jinan, desthilatdarî tirsand.”
Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere ye hatiye destpêkirin, hat binçavkirin.
Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê ku ji bo serdema nû hat lidarxistin, bi dawî bû.
Li Wanê binçavkirina jinan hat şermezarkirin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan diyar kir ku dê her li dijî şîdeta mêr-dewletê têkoşîna xwe bidomînin û dê her tim li qadan bin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li meclisê hevdîtinên budçeya ji bo 2023’yan temam bûn. Akademîsyen Yasemîn Ozgunê ji bo budçeya nû got: “Di budçeyê de ne pêdîviyên jinan ne jî dengê jinan heye. Em bi budçeyeke ku jin tê de nîne in re rû bi rû ne.”
7 Jinên di çalakiya 25’ê Mijdarê de ji ber hilgirtina pankarta “Kurdistanê” hatibûn binçavkirin wê piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê bên kirin.
116 jinên di 25’ê Mijdarê de li Rihtima Kadikoyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.