Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla
- jin
- 09:00 09/9/2021
Zaroka 13 salî Amara Dwla li deftera xwe nivîsandibû “Ez di tariyê de bi tenê me, digirîm û rondikên çavên min mîna barana ji ewran dibare, qîrîna di hûndirê min de, min dadiqurtîne.” Amara hat desteser kirin, mecbûrî zewacê hat kirin û îşkence lê hat kirin û dûre hat qetilkirin. Lê kesekê dengê wê nebihîst.
