Reçela Miksê ji destê vê dayikê bixwin
- jin
- 09:12 25/10/2017
Dayika 45 salî Besta Samî, yekane esmafa jin a Miksê ye, reçela gûzan a li malê çêdike li ser dezgehê xwe yê piçûk difiroşe. Samî xwe amade dike li navenda Wanê berhemên xwe bifroşe salonên taştê, piştgiriya herî zêde jî jin didin wê. Besta Samî (45) li navçeya Miksê ya Wanê dijî, reçel û gelek xwarinên din ên li malê çê dike, li ser dezgehê xwe yê piçûk difiroşe. Samî li navçeyê yekane esnafa jin e, piştgiriya herî mezin jî ji jinan gigire. Samî dayika 9 zarokan e, reçel û gelek xwarinên li malê çê dike, xwe amade dike bifiroşe salonên taştê yên li navenda Wanê.