ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 13 Mijdar 2025
  • |
img
* Sabîr Ebdulahîzad ku ji rojhilatê Kurdistanê hatiye Wanê û li wir bicih bûye, hezar û hezar 224 termên hiqûqî di ferhengekê de berhev kiriye. Abdulahîzad, niha jî Peymana Navneteweyî ya Medenî û Siyasî li Kurdî werdigerîne. 
 
* Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç ku  li ser tiryakkêşiyê li qadê lêkolîn kiriye, diyar kir ku li şûna gotin û kirinên populîst, pêwîstî bi planên stratejîk heye. Yuksel Gençê got: "Bandorên tiryakkêşiyê yên civakî, siyasî, çandî û herêmî hene. Divê em çareseriyê li vê derê bigerin."
 
* TJA’yî gotin, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Kurdan û gelên din hêvîbexş e û jinan di vê pêvajoyê de roleke pêşeng lîstiye û ev rol dê bi hêzeke mezin berdewam bike.
 
* Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Edîp Taşar, 18 caran anjiyo bûye û 8 stent jî li dilê wî hatine bicîkirin. Kurê wî Agît Taşar bang kir ku bavê wî tavilê bê berdan.
 
* 19 girtiyên nexweş ên ku li girtîgehên Mêrsînê têne ragirtin, tevî nexweşiyên xwe yên tenduristiyê yên giran, nayên berdan. Parêzer Muammer Derînce got: "Em bang li parêzvanên mafên mirovan, saziyên demokratîk û raya giştî dikin ku di vê mijarê de bikevin nava tevgerê."
 
* Mehmet Emîn Esen li Girtîgeha Hejmar 2 ya Bi Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin û Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya Esen bi hinceta "di nava salekê de bi zanebûn sûcên disiplînê nekiriye" taloq kir.
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî dê were şopandin.
 
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê li navenda giştî ya partiyê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ
 
* Şandeya YE'yê dê bi serokatiya Meslehetguzara Delegasyona Tirkiyeyê ya YE'yê Jurgis Vilcinskas li Amedê hevdîtinan bike. (16.00-18.15)