AMED - Mehmet Emîn Esen li Girtîgeha Hejmar 2 ya Bi Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê, di nava salekê de negirtina cezayên disiplînê ya Esen weke "bi zanebûn sûc nekiriye" û tehliyeya wî taloq kir.
Tehliyeya Mehmet Emîn Esen ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Bi Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin hate astengkirin. Esen ê ku di 22’yê Nîsana 2019’an de hat binçavkirin û di 24’ê Nîsana 2019’an de hat girtin, di 17’ê Gulana 2022’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “sextekariya di belgeyên fermî de” 8 sal û 9 meh ceza lê hate birîn. Diviyabû Esen di 4’ê Mijdarê de bihata berdan lê ji ber biryara "nebaşhaliyê" ya Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê, tehliyeya wî hat astengkirin.
Di biryarê de hat îdiakirin ku Esen di girtîgehê de gelek caran “tevgerên bêdisiplîn” kirine û di pêkanîna rêgezên girtîgehê de zehmetî kişandiye. Di biryarê de hat diyarkirin ku Esen di saleke dawî de cezayê bêdisiplînê negirtiye û ev rewşa wî wek “bizanebûn dike” hat nirxandin û de hate destnîşankirin ku vê rewşê bandorek neyînî li ser amadebûna Esen ji bo entegrebûna bi civakê re çêkiriye û wiha hate gotin: "Girtiyê dema ku diyar kiriye ku wî sûcek nekiriye, hewce ye ku mayîna wî ya di girtîgehê bê dirêjikirin, da ku guhertinên raman û tevgerî yên pêwîst ji bo rehabîlîtasyonê temam bike, dê hem ji bo civakê û hem jî ji bo girtî sûdwer be."
DAXWAZA SEWQA JI BO ÎMRALIYÊ HINCET HAT NÎŞANDAN
Di biryarê de daxwaza Esen a berê ya ji bo sewqa ji bo Girtîgeha Îmraliyê, greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û lêpirsîna wî ya disiplînî ya piştre wekî hincetên astengkirina tehliyeya wî hatin destnîşankirin. Herwiha di biryarê dehat gotin "di dema ku ew di saziya me ya cezayê de bû de, ew li beşek alîgir bû, wî tu daxwazek ji bo bêalîbûnê nekiriye, bi girtî re hesta sûcdariyê tune bû, îfadeyên wî ne jidil bûn û heke were berdan ew xetereya kirina sûc heye (...)."
Lijneya ku ji ber van hincetan tehliyeya Esen a bi şert astengî kiriye, biryar da ku tehliyeya Esen a bişert di 3’yê Gulana 2026’an de ji nû ve bê nirxandin.
Esen, li dijî biryarê serî li Dozgeriya Înfazê da.
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
