18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan

  • rojane
  • 11:08 13 Mijdar 2025
  • |
img

MERSÎN - 18 girtiyên nexweş ên ku li girtîgehên Mêrsînê têne ragirtin, tevî nexweşiyên xwe yên tenduristiyê yên giran jî nayên berdan. Parêzer Muammer Derînce, got: "Em bang li parêzvanên mafên mirovan, saziyên demokratîk û raya giştî dikin ku di vê mijarê de bikevin nava tevgerê."

Tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, ji aliyê dewlet û desthilatê ve gavên şênber nayên avêtin. Zêdetirî hezar girtiyên nexweş hene ku nikarin jiyana xwe di girtîgehan de bidomînin, lê dîsa jî nayên berdan. Li girtîgehên Mêrsînê 19 girtiyên nexweş ên ku bi nexweşiyên dil, hîpertansiyon, nexweşiyên derûnî û norolojîk re têdikoşin, tevî nexweşiyên giran, di girtîgehan de têne ragirtin.
 
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mersînê parêzer Muammer Derînce, diyar kir ku binpêkirinên mafan li girtîgehan sîstematîk bûne û mafê jiyanê yê girtiyên nexweş bi awayekî fiîlî hatiye desteserkirin.
 
'LI GIRTÎGEHAN KEYFÎTÎ SERDEST E'  
 
Derînce anî ziman ku bi taybetî Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê û Saziya Tiba Edlî (ATK) bi awayekî neqanûnî rê li ber berdanê digirin û got: "Îro hem li Girtîgeha Tarsûsê hem jî li tevahiya Tirkiyeyê bi sedan girtiyên nexweş di navbera mirin û jiyanê de têne ragirtin. Em wekî parêzvanên mafên mirovan vê yekê rasterast wekî pirsgirêkeke hiqûqî dibînin. Di pratîkê de ne qanûn, lê keyfîtî serdest e. Gelek girtiyên nexweş tedawiya bi kelepçe red dikin ji ber ku ev ferzkirinek li dijî rûmeta mirovî ye. Bi vî awayî gihîştina mafê tenduristiyê bi xwe tê astengkirin."
 
'PÊVAJOYA TEDAWIYÊ VEDIGUHERE ÎŞKENCEYÊ'  
 
Derînce destnîşan kir ku mafê tenduristiyê yê ku ji bo girtiyên nexweş mafê herî bingehîn e, ji ber helwestên keyfî yên rêveberiya girtîgehê, veguheriye amûrek cezakirinê û wiha pê de çû: "Dema girtiyê nexweş serî li rêveberiya girtîgehê dide ji bo tedawiyê, gelek caran bi hinceta 'kes ne amade ye' sewqî revîrê nayê kirin. Dema ku tê sewqî nexweşxaneyê jî dikin bi saetan di ringê de tê sekinandin. Ev pêvajo bi xwe vediguhere îşkenceyê. Ferzkirina muayeneya bi kelepçe jî binpêkirineke mafan e ku vê pêvajoyê temam dike. Ji ber ku gelek girtiyên nexweş vê muameleyê qebûl nakin, bêyî ku bên muayenekirin, dîsa dişînin girtîgehê. Dema nexweşxaneyên herêmî raporê didin ku 'nikare di girtîgehê de bimîne', ATK li gel vê yekê bi gotina 'dikare bimîne' pêvajoyê disekinîne. Ev rewş bi temamî siyasî ye. Mixabin saziyên dewletê di bin bandora atmosfera siyasî de biryar didin."
 
'MAFÊ JIYANÊ NAYÊ GOTÛBÊJKIRIN'  
 
Derînce destnîşan kir ku rexmê pêvajoyê li girtîgehan tu başbûnek çênebûye û ev yek zirarê dide aştiya civakî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di vê pêvajoyê de em li bendê bûn ku saziyên dewletê bi awayeke azad tevbigerin û girtiyên nexweş werin berdan. Em tenê daxwaz nakin ku pêvajo wekî 'jestek' rê li ber berdanê veke, lê em daxwaz dikin ku ev gav wekî pêwîstiya hiqûqê bên avêtin. Mafê jiyanê pîroz e nabe mijara gotûbêjê. Ragirtina girtiyên nexweş di girtîgehê de îro, tê wateya cîbicîkirina biryara bidarvekiria fiîlî. Heke dewlet bi rastî bixwaze aştiya civakî pêk bîne, divê gava xwe ya yekem a şênber bi berdana girtiyên nexweş biavêje. Ji ber ku ragirtina her girtiyekî nexweş ê ku nikare di girtîgehê de bimîne, polîtîkayeke tirsandinê ye. Di dîrokê de tu maf bi bexşîna desthilatdaran nehatiye bidestxistin. Îro jî divê em ji bo mafê jiyanê têbikoşin.Em bang li parêzvanên mafên mirovan, saziyên demokratîk û raya giştî dikin ku di vê mijarê de bikevin nava tevgerê."
 
MA / Abdulkadîr Aytan - Mehmet Guleş