Protestoyên li Behdînanê didomin

  • rojane
  • 12:45 13 Mijdar 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku namzetên PDK'ê yên Behdînanê bi ser neketin, alîgirên wan derketin kolanan û encam protesto kirin.
 
Duh êvarê encamên despêkê yên hilbijartina parlementa Iraqê hatin ragihandin. Piştî ku diyar bû hin ji namzetên PDK’ê yên herêma Behdînanê bi serneketin, alîgir û xizmên wan ên ji eşîrên li deverê ne, derketin kolanan û nerazîbûn nîşan didin.
 
Şeva din jî li nêzî Sêriyana Amyan a li nêzî bajaroka Berdereş gelek endam û alîgirên PDK’ê derketin ser rêya sereke ya Dihok-Hewlêrê û rê li trafîkê girtin. Girseyê li dijî PDK’ê dirûşmeyan berz kirin. Diyarkirin ku tevî devera wan ji aliyê PDK’ê ve hatiye paşguhxistin, vê carê jî xiyanet li dengê wan û namzetên wan hatiye kirin.
 
Li aliyê din eşîreta Silêvaniyan rêya Dihok-Zaxo girtin, eşîreta Mîsa Reşiyan jî rêya Zaxo-Îbrahîm Xelîl li trafîkê girtin. Eşîreta Goran jî rêya Berdereş-Dihok û Hewlêrê li trafîkê girtin.
 
Li beramberî van nerazîbûnan PDK’ê bi hêzên xwe yên leşkerî ve midaxileyê xwepêşandêran kir û bombeyên gazê bikaranîn. Lê xwepêşandan û nerazîbûn dewam dikin.