Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin

  • rojane
  • 13:43 13 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên bi munasebeta salvegera Komkujiya Amûdê de hat destnîşankirin ku ji bo komkujiyên din li Rojava pêk neyên têdikoşin û wiha hat gotin: “Em ê tu carî Komkujiya Sînemaya Amûdê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”

Di daxuyaniyên bi munasebeta salvegera Komkujiya Sînemaya Amûdê ya di 13’yê Mijdara 1960’an de li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatibû û 283 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dabû de, hat diyarkirin ku ji bo komkujiyên wiha pêk neyên dê têkoşînê bidomînin.
 
ÎNÎSIYATÎFA YEKITIYA DEMOKRATÎK: EM Ê JI BÎR NEKIN  
 
Di daxuyaniya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de wiha hat gotin: Yek ji komkujiyên li ser gelê Kurd hatine pêkanîn jî bêguman komkujiya Sînemaya Amûdê ye. Her çiqas di ser re 65 sal jî derbas bûye, Amûdê hê jî dilşewat e, êş û azara gelê Amûdê berdewam e. Lewra di 13ê Mijdara 1960î de bi pêxistina agir a bi awayekî plankirî ya li Sînemaya Şehrazad li dîroka Kurdistanê trajediyeke bêhempa hat zêdekirin. Li Amûdê 283 zarokên Kurd ku temenên wan di navbera 8 û 14 salî de bûn ji ber vê şewatê canê xwe ji dest dan.”
 
Di daxuyaniyêde hat destnîşankirin ku li Amûdê bi sedan zarok bi zanebûn hatine qetilkirin û ev tişt hatin gotin: “Lewra rayedarên rejîma Baasê yên wê demê, kapasîteya sinemaya ku 200 kes bû 500 zarokên dibistana seretayî bi mecbûrî birin salona sînemayê. Dema ku agir bi sînemayê ket, deriyên salonê ji aliyê leşkeran ve li ser zarokan hatin girtin û nehiştîn agir were vemirandin û zarok xwe ji şewatê rizgar bikin. Ji ber vê tu guman nîne ku komkujiya sînemaya Amûdê, ji aliyê rejîma Baasê ve di çarçoveya dijminatiya gelê Kurd de bi awayekî organîze hat pêkanîn.
 
Rejîma Baasê bi polîtîkayên bêcezatiyê, sekna xwe ya hov bi awayekî zelal nîşanî hemû cîhanê da. Her çiqas di ser re bi dehan sal derbas bin jî, lêpirsîneke rasteqîn nehat destpêkirin, kujer nehatin cezakirin. Heta ku pirr caran bîranîna vê komkujiyê ji aliyê Baasê ve hat astengkirin, bi zext û zordariyê xwestin ku vê komkujiyê bidin jibîrkirin. Lê tenê ne li Amûdê; ji Mehabadê heta Amêdê û ji Kerkûkê heta Efrînê, li seranserê Kurdistanê zarokên Amûdê her sal bi dilekî xemgîn tên bîranîn.
 
Gelê Rojava ji bo ku careke din komkujiyên vî rengî li ser wan neyên ferzkirin li ber xwe dide” û wiha pê de çû: “Lewra heta van salên dawî, li ser gelê Kurd gelek polîtîkayên koçberî, qetlîam û pişaftinê hatin meşandin. Lê îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû Rojavayî dixwazin ku bi yekîtiya neteweyî û têkoşîneke rêxistînî heta hetayê rê li ber zilmê bigirin da ku komkujiyên weke sînemaya Amûdê êdî pêk neyên. Ji ber vê, divê hêzên navneteweyî û welatên herêmê bi awayekî cidî û adilane nêzikî banga gelê Rojava bibin, rêz li daxwazên wan ên demokratîk bigirin. 
 
Em ê tu car Komkujiya Sînemaya Amûdê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Di 65emîn salvegera vê komkujiyê de em hemû zarokên ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin bir rêzdarî û xemgînî bi bîr tînin; hestên xwe yên piştevaniyê bi malbatên Amûdê re parve dikin.” 
 
DBP: TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME  
 
Di daxuyaniya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) de ev tişt hatin diyarkirin: “Qetlîama Sînemaya Amûdê ya ku di 13’ê Mijdara 1960’an de li ser zarokên Kurd pêk hat, di bîr û dilê gelê Kurd de birîneke ku qalik negirtîye. 65 sal berîya niha, dema ku zarokên Kurd ên Amûdê di jiyana xwe de cara ewil çûn sînemayê, agir bi sînemayê ket û zêdetirî 250 zarok ji alîyên destên qirêj ve hatin qetilkirin. Em baş dizanin ku ev şewat ne şewateke asayî bû, ev şewat encamê hişmendiya pergala nijadperest û yekperest a Rejîma Baasê bû.
 
 Her çi qas li ser vê trajedîya mirovahiyê 65 sal derbas bûbe jî, hê jî kes û sazîyên berpirsiyar ên vê qetlîamê nehatin tespîtkirin û darizandin. Li gel van bûyeran pêşî li ber bibîranîna vê qetlîamê hat girtin û bi polîtîkayên tundîyê armanc kirin ku di hiş û dilê gelê Kurd de vê birînê bidin windakirin.  Hişmendiya yekperest û nijadperest a ku zarokên Kurd di nav agir de hişt, di dema Şoreşa Rojavayê de pêşî li ber hovîtîya çeteyan vekir û bû sedema qetilkirina zarokên Kurd, Êzidî, Elewî, Durzî, Turkmen û xwestin wan di nav tarîtîyê de bihêlin.
 
Lê, divê baş bê zanîn li hemberî polîtîkayên tunekirina pêşeroja gel û bawerîyan wek Amûdê, Helepçê, Madimakê, Roboskîyê, jêrzemînên Cizîrê, gelê Kurd li çar parçeyan ber xwe dide da ku pêşerojeke hevpar a gel û bawerîyan ava bibe. Bi agirê ku xwestin pêşeroja zarokên Kurd bikin xwelî, zarokên Kurd bi agirê ku di dilê wan de, bi paradîgmaya xwe pêşeroja Rojhilata Navîn û cîhanê ronî dikin.  Bi vê mebestê em di 65’emîn salvegera qetilkirina zarokên Amûdê de, wan bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin. Têkoşîna me heta ku pêşeroja hemû zarokên vî welatê ronî bibe dê bidome.”
 
TJA: EM ZAROKÊN AMÛDÊ BIBÎR TÎNIN  
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X’ê ev daxuyanî da: “Îro salvegera 65’emîn a komkujiya Sînemaya Amûdê ye. Di komkujiya ku ji aliyê Baasê ve pêk hat de 250 zarokên Kurd hatin qetilkirin. Em zarokên Kurd bibîr tînin û soza avakirina ‘Civaka Demokratîk’ didin.” 
 
DEM PARTÎ: EM Ê KOMKUJIYÊ NEDIN JIBÎRKIRIN
 
DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev daxuyanî parve kir: “Em di salvegera 65’emîn a Sînemaya Amûdê de hemû zarokên hatin qetilkirin bi xemgînî û rêzdarî bibîr tînin. Rexmê 65 salan şewata Sînemaya Amûdê netefiyaye îro hêj di dilê me de pêketiye. Em ê vê komkujiyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin!"