Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
- rojane
- 15:42 28/6
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo Qada Galatasarayê ji çalakiyan re bê vekirin kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo Qada Galatasarayê ji çalakiyan re bê vekirin kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
ÎHD û xizmên windayan li 3 bajaran çalakî lidarxistin û aqûbet Salîh Çalik û Sînan Fîdan û kujerên Ramazan Yuce û Resûl Ercan pirs kirin.
Di civîna Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de hate diyarkirin ku dê li Mêrdîn û Bazîdê konferans bên lidarxistin.
Keskîn Bayindir li Kongreya DEM Partiyê ya Colemêrge axivî û diyar kir ku li pêşiya Kurdan firsendeke dîrokî heye û got, "Em careke din ji hemû partî û saziyên siyasî yên Kurd dixwazin ku bersivê bidin banga Birêz Ocalan a ji bo kongreya neteweyî."
Di çalakiya vê hefteyê de, Dayikên Şemiyê çarenûsa 5 kesên ku 32 sal berê li Şirnexê hatine kuştin pirsîn û banga “edaletê” kirin.
Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêrî xera kir û diyar kir ku polîsên ku di dema Newroza Licê de îşkence li zaroka 14 salî kirine divê di cezayê wan de 'kêmkirina mercên sivikkirinê' wernegirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi KHK’iyan re civiya û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê bi lezgînî gav bên avêtin.”
Medenî Yildirim ê ku li Licê di çalakiya li dijî çêkirina qerekolê de jiyana xwe ji dest dabû, DBP’ê bi munasebeta 12’yemîn salvegera mirina wî de daxuyanî da. DBP’ê di daxuyaniyê de got: “Em ê her tim xwedî li têkoşîna ciwanan derkevin.”
Girtiyê bi navê Mahsum Yuksekbag ku di mejiyê wî de anevrîzma heye, ji ber ku emeliyat li revîrê red kir, nikare tedawî bibe. Dayika wî Sariya Yuksekbag got, "Rewşa kurê min qet nebaş e."
HPG’ê têkildarê mirina Serhat Ceylanê ku dihate îdiakirin hatiye kuştin, ragihand ku ji ber pirsgirêka tenduristiyê jiyana xwe ji dest daye.
HPG-NRÇ’ê, da xuyakirin ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî hêzên gerîla li herêmên Zap, Metîna û Amediyê didomin.
Kedkarê Çapemeniya Azad Mazlûm Erencî, dê di 14'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe bê bîranîn.
Şahida Komkujiya Madimakê Bîrsen Gunduz ku birayê wê û 2 karkeran û bi giştî 33 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, diyar kir ku ev komkujî bi piştgirî û çavdêriya dewletê hatiye kirin. Nîlgûn Karababa ku xwişka wê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû da zanîn ku komkujî li dijî Elewiyan pêk hat.
Welatiyên gundê Kêrs a navçeya Qaxizmanê, diyar kirin ku piştî rabûna lehiyê mal û bexçeyên wan zirar dibînin û daxwaza çareseriyê kirin.
Parêzer Eren Keskîn ji bo berdana girtiya nexweşa giran a dil Fatma Tokmak serlêdan kir got, "Rewşa wê ji aliyê jiyanê ve gelekî krîtîk e. Nikare bimeşe, nikare razê. Ya rast, em bi fikar in."