Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin
- rojane
- 14:20 14/2
Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin û endamên Grup Yorumê binçav kirin.
Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin û endamên Grup Yorumê binçav kirin.
Parêzerê Îtalyayî Ezio Menzione diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bi xwe re çareseriyê neyîne û got: “Heke Abdullah Ocalan azad bibe dê pêvajo bi ser keve.”
Polîsên bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin kamerayên ewlehiyê bêbandor kirin û li ser depê qursê alaya tirkan xêz kirin.
Dayikên ku tevî hewayê sar jî li Wanê qada nobetê naterikînin wiha gotin: “Me coşa Newrozê hinek zû jiya. Em ê li ber xwe bidin û tu carn serî netewînin.”
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Dewleta tirk bi obûsan êrişî bajarokê Zirganê kir û di êrişê de jinek hate qetilkirin.
Hevşaredarê bAjarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun ku di çalakiya nobetê ya li Wanê de cih digire, wiha got: “Li Wanê berxwedaneke biheybet heye.” Dogan, banga “Ji xeletiya xwe vegerin” li îktîdarê kir.
DEM Partiyê di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê de diyar kir ku perspektîfa çareseriyê ya Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûn û pêkhatina aştiyê firsendeke dîrokî ye û ji bo çareseriyê 4 xal rêz kir.
Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Parêzer Volkan Bîlece û Hebûn Hakan Akkaya jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin. Gelek rêveberên DEM Partî û DBP’ê hatin binçavkirin.
Berxwedêrên Wanê bang li îktîdarê kirin ku dev ji êrişên xwe berde û gotin: “Em li vir in, em bi îradeya xwe re ne û heta encamê bidest dixin jî dê li vir bin. Me çawa çawa duh rê nedabe we, em ê îro jî rê nedin.”
Ji ber berfa zêde ya li navend û navçeyên Wanê, rêya 235 mezra û gundan hatin girtin.
Parêzer Lokman Emen bal kişand ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û di vî 26 salên borî de Tirkiyeyê be rbi rûxandinê ve çûye û got: "Divê birêz Ocalan di çarçoveya mafê her kesî yê aştiyê de bigihê azadiya xwe."
Şoreşgerê Ereb Çetîn Alkanoglû diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng ên komploya li dijî Abdullah Ocalan paradîgmaya modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst e û got: "Xwestin pêşeng 'bêtesîr bikin' û li welat, herêmê û qada navneteweyî pêşî li vê paradîgmayê bigirin."
Piştî ku li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hatî tayînkirin, 23 kes ji kar hatin derxistin û cihê xebatê yê 150 kesan jî hate guherandin. Li Navenda Şêwrê ya Jinan a ÎŞTAR’ê jî zilamek hate tayînkirin.