ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
- rojane
- 09:00 27/1
Ji bo pirtûka “Parastinên Bêsînor” a Fîgen Yuksekdag, li Wanê roja îmzeyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de hate gotin ku dadgeh ji bo bindestan, Şoreşa Rojava û serhildana Kobanê veguherîne kursiyên parastinê.
Bi hezaran welatiyên Kobanê bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin de axivî û got: “Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin.”
Li bajarê Zaxo yê Herêma Federe ya Kurdistanê malek hate bombebarankirin.
KNK’ê bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina navenda Kobanê daxuyanî da û got: “Mîna 10 sal berê, îro jî ji bo parastina Rojava em bang li hemû mirovahiyê dikin.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê daxuyanî da û got: “Êriş hate şikandin û 2 DAIŞ’î hatin girtin.”
Hat zanîn ku li bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê wesayîteke pêşmergeyan ji hêla Tirkiyeyê ve hate bombebarankirin.
Balafirên şer ên dewleta tirk bajarokê Sirînê yê Kobanê bombebaran dikin.
Di daxuyaniyên bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê hatine dayin de bal kişandin ser êrişên dewleta tirk û wiha hate gotin: “Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn.”
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin di roja 19’an de didome.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kampanyaya “Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî” de axivî û got: “Divê her kes xwedî li Rojava derkeve. Çareseriya pirsgirêka Kurd, ji naskirina statûya Rojava re derbas dibe.”
Hedefgirtina sivîlan û xebatkarên tenduristiyê ya li Tişrînê li Amedê hate protestokirin û wiha ji îktîdarê re hate gotin: “Tişta ji bo Xezeyê sûc li Tişrînê çawa rewa dibe?”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyanî da û wiha got: “Ruhê Kobanê îro li Tişrînê didome û bi ser dikeve.”
Rojnameger Aykan Sever diyar kir Trump dê bandorê li herêmê bike û wiha got: “Trump, bi destê Îsraîlê li Rojhilata Navîn pêvajoya dîzaynkirinê didomîne. Çareseriya herêmê, bi fikra Konfederalîzma Demokratîk dibe.”