Li Dêrsimê girtina rojnamegeran hat protestokirin
- rojane
- 13:57 23/1
Li Dêrsimê rojnamegeran binçavkirin û girtina hempîşeyên xwe protesto kirin û diyar kirin ku ew ê li hemberî zextan bêdeng nemînin.
Li Dêrsimê rojnamegeran binçavkirin û girtina hempîşeyên xwe protesto kirin û diyar kirin ku ew ê li hemberî zextan bêdeng nemînin.
Polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz bi wesayîtê dabû ser Şahîn Oner û bûbû sedema mirina wî. Dozger xwest bersûc Korkmaz bi sûcê “ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” were cezakirin.
Di çalakiya protestokirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê de ji bo pêşîlêgirtina êrişên ser Rojava û xwedîderketina li berxwedana gel banga hate kirin.
Komeke ji rewşenbîr, rojnameger, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran pêk tê li Iraqê “Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan” ava kir.
MYK’a DEM Partiyê ji bo şewata li Boluyê ku 78 kesan jiyana xwe ji dest dan pênaseya “Komkujiyê” kir û wiha got: “Divê bepirsyar tavilê îstîfa bikin û piştî lêpirsîneke bibandor bi cezayê herî giran bên cezakirin.”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo hemwelatiyên sûriyeyî yên li Kampa Holê bi dilxwazî vegerin malên xwe şert û mercên pêwîst ava bikin.
Duh ji bo protestokirina endam û rêveberên ESP û SGDF’ê li Kadikoyê çalakî hat lidarxistin û gelek kes hatin binçavkirin. Ji 38 binçavkiriyan 35 jê hatin berdan.
Navenda Ragihandina HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî eşkere kir. HSD’ê, got: “Di şer û pevçûnên duh ên li gundewarên rojhilat û başûrê Minbicê de 14 çete hatin kuştin.”
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Wezareta Dadê got: “Di şewata li Boluyê de tevahiya nasnameyan hatin tespîtkirin. Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan.”
Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 10 meh cezayê hefsê dan belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Umît Aslan.
Serdar Taniş û Ebubekir Denîz di dema binçavkirinê de hatibûn windakirin û DMME'yê jî Tirkiye mehkûm kiribû. Parêzerê Taniş û Denîz, Hakîm Taniş got ku Tirkiye biryara DMME’yê bicih nayîne.
Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd nirxand axivîn û diyar kirin ku divê pirsgirêk çareser bibe û gotin, "Eger ji bo vê hezar carî pêwîstî bi çûyîna Îmraliyê heye, divê biçin."
Endamê Meclisa Giştî ya HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku yek ji sedema têkçûna pêvajoyên çareseriya pirsgirêka Kurd ên heta niha jî dûrmayina muxalefetê bû û wiha got: "Wer in em bi hev re qadên azadiyê ava bikin.”
Di demên dawî zextên li ser rojnamegeran zêde bûn. Herî dawî rojnameger hatin qetilkirin, 13 rojnameger hatin girtin û der barê 4 rojnamegrean de lêpirsîn hat vekirin. Nûnerên saziyên ragihandinê bertek nîşanî zextan dan û gotin ku dewlet dixwaze hewaya tirsê biafirîne.