Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
- rojane
- 08:45 11
Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû.
Şînên ji bo Netîce Kozat, Cîgerxwîn Mizrak û Zindan Temîz li Amedê hatin danîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Şîna bavê Ferhat Tepe, Îshak Tepe ku duh wefat kiribû, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Ji bo rojnameger Huseyîn Aykol ku tedawiya wî ya li beşa çavdêriya awarte didome bikare bêhnê bistîne, trakeostomî hat kirin.
Endamê CPT’yê Kameran Osman, diyar kir ku pêvajo bandoreke erênî li tevahiya herêmê kiriye lêbelê Tirkiye hejmara baregehên xwe yên leşkerî yên li herêmê zêde dike.
Dadgeriya Înfazê, taloqkirina tehliyeya Emîn Guler a bi hinceta “poşman nîne” nirxand û got: “Lijneya Îdare û Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne.” Dadgeriyê, biryara lijneyê bi vê sedemê betal kir.
Serokê Kuluba Amedsporê Nahît Eren, diyar kir ku motîvasyona tîma wan bilind e û bang kir ku li şûna rexneyên rûxîner, rexneyên çêker bên kirin.
Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli, ji bo rojnameger Huseyîn Aykol peyama piştevaniyê dan û gotin: “Hiş û dilê me bi te re ye.”
Lijneya Îdare û Çavdêriyê, daxwaza Rojîn Durmazê ya ji bo sewqkirina Girtîgeha Îmraliyê, weke hinceta taloqkirina tehliyeyê nîşan da û tehliyeya wê ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik, di meha 121’an a bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê de axivî û got: “Hûn çi bikin jî em ê dev ji têkoşîna edaletê û aştiyê bernedin.”
Di demekî pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd didome de xebatên sîxûrkirinê yên dewletê jî zêde bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mehmet Salih Coşkun, diyar kir ku di nava mehekê de 8 kesan ji ber zexta sîxûrtiyê alîkariya hiqûqî ji wan xwestiye.
Parêzer Rojhat Ozgokçe diyar kir ku li Wanê tevî tevdîrên "ewlehiyê" jî bazirganiya madeyên hişbirê zêde dibe û temenê bikaranînê heta 10-12'an ketiye. Ozgokçe, diyar kir ku çareserî, rêxistiniyên bi şêwazê komunê ne.
Tirkiye, ji bo derbaskirina madeyên tiryakê ku gefeke mezin e li ser civakê, welatê transît e. Madeya ‘X’ê, li gorî salek berê ji sedî 54 zêdetir bûye. Ev made herî zêde li 13 bajaran hatiye desteserkirin. Ji wan bajaran 8 jê bajarên ser sînor in û bi sedan noqteyên kontrolê lê hene.
Li Êlihê di navbera du koman de şer derket. Di şer de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn.
Hejmara 308’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Jin bajaran ji nû ve saz dikin” derket.