'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
- rojane
- 09:43 07/11/2024
Welatiyên ku li Wanê bertek nîşanî desteserkirina vînê dan, li hemberî daxuyaniya Erdogan ku gotibû "Muhatabê me birayên me yên kurd in" Îmraliyê nîşan dan.
Welatiyên ku li Wanê bertek nîşanî desteserkirina vînê dan, li hemberî daxuyaniya Erdogan ku gotibû "Muhatabê me birayên me yên kurd in" Îmraliyê nîşan dan.
Danişîna ewil a doza Narîn Guranê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê xwest mudaxilî dozê bibe. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî got ku nûve hatine tunekirin.
Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, got ku ew ê bi tu awayî qeyûman qebûl nekin û xwedî li îradeya xelkê Êlihê derkevin.
Serokê CHP’ê yê navçeya Beylîkduzuyê Mulayîm Demîrtaş tayînkirina qeyûman weke derbe pênase kir û wiha got: “Ji bo berê gel bidin hev her tiştî dikin. Divê her kes xwedî li îradeya xwe derbikeve.”
Serokê TOD-DER Mûrat Kan diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û hawirdoreke çareseriyê bê afirandin.
Yekemîn danişîna doza qetilkirina Narîn Guran îro tê lidarxistin û bersûcên girtî anîn edliyeyê.
Berxwedana li dijî darbeya qeyûmê ya li dijî Şaredariya Esenyûrta Stenbolê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê şaredariyên Êlih û Xelfetiyê didomin.
Li Rihayê jinên di rêveberiya herêmî de cih digirin diyar kirin ku ew qeyûman qebûl nakin û wê gotina dawî ew bêjin.
Hat zanîn ku kesên li Xelfetiyê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, bi lêgerîna tazî, tundî û gefxwarinê re rû bi rû man.
Xelkê Êlihê li dijî qeyûm çalakî li dar dixist û li ser êrişa polîsan, kolan veguherandin qadên berxwedanê.
Di çarçoveya protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de li Qoserê meş tê lidarxistin.
Li Kerboranê di qezaya trafîkê de ku rû da ji heman malbatê sê kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li çolterê Çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbînê liv û tevgera leşkerî heye.
Girtiyê siyasî Mehmet Başaran ku li girtîgehê krîza dil derbas kir û rakiribûn beşa lênihêrîna awarte, dîsa birin girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê têkildarî rewşa Başaran agahî neda malbatê.