Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin
- rojane
- 12:09 04/11/2024
Li şûna Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk bi rêjeya herî bilind hatibû hilbijartin, qeyûm hate tayînkirin.
Li şûna Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk bi rêjeya herî bilind hatibû hilbijartin, qeyûm hate tayînkirin.
DBP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Em ê bi tu awayî serî li ber vê zordestiyê netewînin û heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Derket holê ku ji bo dosyaya weke hinceta tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hatiye nîşandan, di meha tîrmehê de biryara neşopandinê hatiye dayin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî tayînkirina qeyûman wiha got: “Îroj roja berxwedana li dijî qeyûman e. Îroj roja têkoşîna ji bo demokrasiyê ye.”
ÎHD’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DEM Partiyî da û got: “Îktîdar hewl dide şaredariyên ku di hilbijartinê de bi dest nexistî bi rêya darbeyê birêve bibe.”
Rojnameger Hêro Bahadîn û Gulistan Tara xistin lîsteya “Rojnamegerên Hatin Kuştin” a UNESCO’yê.
DEM Partiyê di hilbijartinên 31’ê Adarê de her 3 şaredariyên qeyûm lê hatin tayînkirin bi ferqeke mezin qezenc kiribû.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ragihand ku dê biçe Êlih û Mêrdînê ku qeyûm lê hatin tayînkirin.
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan li pêşiya avahiya şaredariyê bang kir û wiha got: “Em biryara qeyûm nas nakin. Em ê bi hêza ji gelê xwe digirin peywira xwe bidomînin.”
Hat zanîn ku hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP’ê dê biçin Êlih û Mêrdînê.
DEM Partiyiyan tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê protesto kirin û gotin: “Dê ev gel li ber we serî netewîne. Vê yekê baş bizanin.”
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a li pêşiya şaredariya hatiye dorpêçkirin axivî, wiha got: “Em ê bi hev re bajarê xwe, şaredariya xwe ji vê rejîma xespkar, talanker û mêtinger rizgar bikin.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bertek nîşanî tayînkirina 3 şaredariyan da û got: “Bi sala ye heman rêbazan bi kar tînin û li benda encamên cuda ne. Ev yek xwexapandin e.”
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî tayînkirina qeyûman wiha got: “Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir û bêcidiyet tevdigere.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî tayînkirina qeyûman a li 3 şaredariyên DEM Partiyê daxuyanî da û wiha got: “Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede. Ji bo têkoşîna li dijî vê xerabiyê çi hewce bike dê ew were kirin.”