ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
- rojane
- 09:00 30/12/2024
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye û wiha got: “Lê yên ku ji çareseriyê re ne amade, spekulasyonan dike û hewl dide serê gelê Kurd tevlihev bike, dewlet bi xwe ye.”
OHD û MED TUHAD-FED’ê bal kişand ser zext û binpêkirinên di nava salê de li girtîgehan hatine kirin û wiha got: “Di çarçoveya mafê hêviyê de hewceye pêvajoya hiqûqî ya derheqê birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din ên di rejîma muebbeta girankirî de tên ragirtin, tavilê were destpêkirin.”
Di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de çalakvanan bal kişandin ser peyama Abdullah Ocalan û hat xwestin ku muxatab, peyama ji Îmraliyê hatiye esas bigirin.
Di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Kobanê hatiye destpêkirin de hat diyarkirin ku divê îradeya çareserî û aştiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan esas were girtin.
MKG û DFG ji bo piştevaniyê dê ji bo 7 rojnamegerên girtî re pirtûk û nameyan bişîne.
Rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên rojnamegeran û partiyên siyasî bi girseyî çûn serdana çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hatiye destpêkirin.
Parlamenter Pervîn Buldan diyar kir ku piştî 10 salan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û wiha got: “Moralê wî xweş bû. MHP jî di nav de, xwest em bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bikin û nêzikatî û daxwazên xwe jê re ragihînin.”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari diyar kirin ku nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser esasê aştî û çareseriyê balê dikişînin ser berpirsyartiyeke dîrokî û gotin ku Meclis, girîngtirîn zemîna vê pêvajoyê ye.
DBP’ê têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da. DBP’ê, diyar kir ku perspektîfa çareseriyê ya Abdullah Ocalan dîrokî ye û wiha got: “Divê xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan nîşan dide û her gavên ji bo çareseriyê tên pêşxistin were derketin.”
Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de jiyana xwe ji dest dayin derket 174’an.
Di doza qetilkirina Narîn Guranê de bersûc Nevzat Bahtiyar ji sûcê “cînayetê” beraet kir. Parêzer Derya Yildirim û Aydin Ozdemîr diyar kirin ku biryara beraetê ya ji bo Bahtiyar biryareke xelete û wiha gotin: “Biryara derheqê bersûc Nevzat Bahtiyar de wijdana civakê rehet nekiriye.”
Kolberekî li ser sînorê bajarê Baneyê yê rojhilatê Kurdistanê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Burhan Adsiz ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin û 3 roj berê rewşa wî giran bû, rakirin nexweşxaneyê.
Li Wan û Colemêrgê ev 2 roj in berf dibare û ji ber barîna berfê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin.