Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
- rojane
- 11:19 04/10/2024
Cezayê Abdurrahman Gemîcîoglû ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Gemîcîoglû ku nexweşiyên wî yên giran hene, bi ambulansê sewqî Girtîgeha Wanê hate kirin. Karûbarên ketina girtîgehê yên Gemîcîoglû di ambulansê de hatin kirin û piştre birin nexweşxaneyê.