Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
- rojane
- 07:38 30/9/2024
Hejmara 250'yan a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ji bo ziman, çand û hebûnê qiyametê rakin” derket.
Hejmara 250'yan a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ji bo ziman, çand û hebûnê qiyametê rakin” derket.
Di hefteya 7’emîn a Lîga TFF’ê de Amedspor bi Malatyasporê re li deplasmanê hate pêşberî hev. Amedspor ji maçê bi serkeftinê vegeriya.
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di çalakiya xebatên ji bo hilbijartinê hatiye lidarxistin de anî ziman ku ew ê desthilata gemar û qirêj biguherînin.
Li Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan bi diruşma “Ji Abdullah re azadî” meş li dar xistin. Li Dêrik û Girkê Legê jî têkildarî 9’ê Cotmehê panel hatin lidarxistin.
Rojnameger-nivîskar Apê Mûsa di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de, li Îzmîrê bi gotubêja hatiye lidarxistin ve hate bîranîn.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîogullari di hevdîtina “Nan û Gel” de axivî û wiha got: “Têkoşîna me dê heya rakirina pergala bêedalet û avakirina pergala biedalet bidome. Pêdivî bi guherînên bingehîn hene.”
DEM Partî dê di nava vê hefteyê de bi rayedarên Konseya Ewropayê re hin hevdîtinan li dar bixe.
Gelek kesan serdana piştevaniyê ya xebatkarên MED-DER’ê yên piştî 4 rojên binçavkirinê hatine berdan, kirin.
Aktîvîstên TJA’yê yên bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dane, destnîşan kirin ku ew ê destûr nedin jiyana ciwanan wer tarîkirin.
Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî daxuyand ku bi êrişên Îsraîlê re mîlyonek welatî neçarî koçberiyê tên kirin.
Malbata xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş giliyê peywirdarên Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî kirin ku du roj piştî windabûnê Kabaîş agahî dabûn malbatê.
Li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sultangaziyê êriş hatibû kirin. Di çarçoveya êrişê de 2 kes hatin binçavkirin û lêgerîna kesekî jî didome.
Li ser rêya di navbera Agirî-Giyadînê de qeza çêbû kesekê jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de gelek kes jî birîndar bûn.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi welatiyên Taxa Şahîntepeyê yên li dijî “Veguherîna Bajêr” têdikoşin re hate gel hev û wiha got: “Bi hinceta erdhejê dixwazin mafê xanî yê welatiyan jî dewrî sermayedaran bikin.”
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di çalakiya “Deng bide azadiyê” de axivî. Aslan, diyar kir ku girtiyên siyasî li dijî binpêkirinên mafan têkoşîna rûmetê dimeşînin û got: “Ji Îmraliyê heta Bakirkoyê heta hemû girtiyên siyasî azad dibin dê têkoşîna me bidome. Eynika kesên demokrasiyê dixwazin jî girtîgeh û Îmrali ye.”