Piştî mitîngê meş hat lidarxistin
- rojane
- 16:27 17/11/2024
Li Êlihê ciwanan piştî mitînga “Demokrasî û Azadiyê” bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meş li dar xistin.
Li Êlihê ciwanan piştî mitînga “Demokrasî û Azadiyê” bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meş li dar xistin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitînga Êlihê de wiha got: “Heke hûn weke micidbûna dewletê tevbigerin, wê demê ji ewil deriyê Îmraliyê vekin, bila birêz Ocalan derkeve û peyama xwe bide tevahiya Rojhilata Navîn.”
Aktîvîstsa TJA’yê Ayla Akat Ata di mitînga Êlihê de axivî û wiha got: “Wî deryî vekin, ev gel dixwaze dengê birêz Ocalan bibihîze. Ev gel dixwaze dengê hemû kesên qala çareseryê dikin bibihîse.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Êlihê de axivî û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wiha got: “Çareserî birêz Ocalan e, navnîşan Îmrali ye.”
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hevdîtin kirin û gotin ku divê pirên guftûgoyê neyên xerakirin.
Welatiyên ji Herêma Botanê ji bo mitînga “Demokrasî û Azadiyê” bi rê ketin, piştî astengkirinê ber bi Êlihê ve dest bi meşê kirin.
i Êlihê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, mitînga “Demokrasî û Azadiyê” hat lidarxistin. Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn.
Ji xizmên girtiyan dayika Aklîme Hanas ku bi berxwedana xwe ya di çalakiyên demokrasiyê de tê naskirin, di encama qezaya trafîkê de bi giranî birîndar bû.
DEM Partiyê bertek nîşanî gotina Wezîrê Perwerdeyê Yûsûf Tekîn da ku digot; “DEM Partiyî nahêlin qurs û dersên hilbijarî bên vekirin.” DEM Partiyê got: “Em bi tu awayî ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin.”
Jin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi qada mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya li Xaçerêya Dortyolê ve dimeşin.
Li Êlihê gel ji bo mitînga “Demokrasî û Azadiyê” dadikeve qadê.
Tê gotin ku Seroka Giştî ya Partiya Îyiyê ya berê Meral Akşener piştî guherîna di qebîneyê de dê bibe cîgira Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan.
Ji bajarên cuda gelek kes ji bo mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya ku dê îro li Êlihê were lidarxistin, bi rê ketin.
Yûsûf Kaya ku li pêşiya şaredariyê ji qeyûm re gotibû; “Walî were vê der, hûn îradeya gel xesp dikin” û piştre hatibû girtin. Di dema binçavkirinê de îşkence li Kaya hatibû kirin. Kaya, peyama; “Em ê vê têkoşînê bi ser bixin” şand.
Li Xurmatoyê li dijî artêşa Iraqê êrişeke bombeyî hate kirin.