Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
- rojane
- 09:09 06/9/2024
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala xwendinê ya 2024-2025’an dest pê kir. Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hac Elî da zanîn ku 900 hezar zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibînin û got ku armanc bi perwerdeyê avakirina civakeke exlaqî û siyasî ye.