Cenazeyê Gulistan Tarayê li Silopiyayê hat pêşwazîkirin
- rojane
- 22:59 29/8/2024
Cenazeyê Rojnamevan Gulistan Tara ku di êrişa balafireke bêmirov a Tirkiyeyê de hat qetilkirin, li Silopiyayê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Cenazeyê Rojnamevan Gulistan Tara ku di êrişa balafireke bêmirov a Tirkiyeyê de hat qetilkirin, li Silopiyayê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Li taxa Mesakîn ya Amûdê teqîneke ku sedema wê nehat zanîn çêbû. Di teqînê de kesek jiyana xwe ji dest da û jineke extiyar jî birîndar bû.
Siyasetmedar Sebahat Tûncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hevdîtin kir. Tûncel dema ku ji bo rojnamegerên li Silêmanî hatin qetilkirin gotina "sûcên şer" bi kar anî, anî ziman ku divê li dijî êrîşan berxwedan bê nîşandan.
Xebatên ji bo dîtina Narîn Guranê ku li navçeya Rezanê winda bûbû, didomin. Kekê Narînê ji ber hin gumanan hatibû binçavkirin. Lê belê ATK'ê şuna gezkirinê ya li ser milê kekê Narîn tespit nekir ku aîdê kê ye.
Parêzer Hazal Bilgîlî di Metroyê de bûye şahida tundiya zarokê Sûriyeyî, destnîşan kir ku du zilam li zarok dane û ji bo doza cemaweriyê were vekirin, gilî kir.
Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser wêneya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a bi pêkhatiyên tifaqa xwe ya li Meclisê û fermandaran re li Milazgirê kişandiye û wiha şîrove kir: “Di wê wêneyê de peyamê dan têkoşîna azadiyê ya kurd. Em jî dibêjin ku çi bibe bila bibe, dê têkoşîna kurd bi ser keve.”
Partlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin têkildarî zarokên winda Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê vexwend civîna awarte.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ji bo çalakiya 1’ê Îlonê bang kirine, destnîşan kirin ku desthilat bi polîtîkayên xwe yên şer gefê li pêşeroja gelên li Rojhilata Navîn dixwe, bûye pirsgirêkekî kurewî û wiha gotin: “Aştî di berxwedana gelên bindest de ye.”
Platforma Tenduristiyê ya Amedê diyar kir ku rapora xesara erdhejê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û Nexweşxaneya Zarokan a Amedê 18 meh in nehatiye eşkerekirin.
Endamê Hewldana 78’an a Rihayê Mehmet Ural piştî beşdarî merasîma cenaze bû, hat binçavkirin.
Rêveber û parlamenterên DEM Partiyê serdana Hewş Kafe ya k udu caran bi êrişan re rû bi rû ma kirin û gotin: “Hûn ne bi tenê ne em li vir in. Wan vî bajarî bi dest nexist û wê nexin jî.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû serdana çalakiya Emîne Şenayaşar kir û bang li Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş kir û ev pirs kir: “Were cem dayikê, çima tu xwe bêdeng dikî?”
Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ya ji hêla Tirkiyeyê ve li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, piştî merasîma li Parka Azadiyê hat lidarxistin, ber bi bajarê wê Êlihê ve hate oxirkirin.
Fermandariya hêzên asîmanî yê Iraqê ragihand ku beriya çend kêliyan hêzên wan li asîmanê Kerkûkê bi 5 muşekan balefirek bê mirov a Tirkiyeyê xistine xwarê.
Hêzên Rûsyayê vê sibehê hewl daN li Çil Axa dewriyeyeke hevbeş bi leşkerên Tirkiyeyê re bimeşînin. Berxwedana pêşî li dewriyeya hevbeş girt. Her wiha panzêreke hêzên Rûsyayê pê li xwepêşandêrekê kir.