Ji bo girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç banga berdanê kirin
- rojane
- 15:25 03/8/2024
Di çalakiya “Rûniştina F” yê ya li Stenbolê de ji bo girtiyê nexweş Mûstafa Yaşar ku ji sedî 68 astengdar e û nexweşê Wernicke Korsakofê ye û di çalakiya Enqereyê de jî ji bo girtiyê nexweşê penceşêrê Mûstafa Aytaç banga berdanê hate kirin.