YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
- rojane
- 16:33 09/7/2024
Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku Tirkiye bi êrişên xwe serweriya Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê binpê dike.
Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku Tirkiye bi êrişên xwe serweriya Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê binpê dike.
Nav û wêneyên 416 endamên hêzên paramîlîter ku wê Tirkiye wan li başûrê Kurdistanê bicih bike, hatin belavkirin.
ESP’ê der barê Dogukan Çep ê ku di doza kuştina Sînan Ateş de gotibû, “min li ser navê dewletê li endamên ESP’ê xist” gilî kir.
Wezareta Karên Hundir ragihand ku li navçeya Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatine dîtin û 19 penaber jî hatine rizgarkirin.
OHD’ê, ÇHD’ê û ÎHD’ê rapora ku di encama lêkolînên xwe yên têkildarî Kayseriya êrişên nijadperest lê qewimîn aşker kirin. Di raporê de hate aşkerekirin ku saziyên fermî agahî parve nekirine û hatiye tespîtkirin ku êriş bi awayekî organîzekirî hatiye kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê ragihand ku hefteya borî gelek kes ji ber xwarinê bi jehrê ketine.
Vê sibehê li gundê Marînê ya Nisêbînê yek jê zarok 3 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li gundên Hecîcerogo, Merxok, Şem, Qilêçî yên navçeya Tatosa Erziromê piştî barana zêde bendava Hecîcergo teqîya û lehî li gundan rabû. Di encamê de gelek mal xera bûn û hewyan bi avê re çûn.
TJK-E’yê da zanîn ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan zêdetirî 20 hezar name ji CPT’yê re şandine.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya “mafê protestoyê” de diyar kir ku li Tirkiyeyê rewşa “bêcezhiştinê û hesabnedayînê” heye.
Şaredariya Xelfetiyê der barê Şeref Albayrak ê ku heyamekê qeyûmtî û heyamek jî şaredariya AKP’ê kir de ji sûcên, “fesada tev li îhaleyê kiriye” û “wezîfeya xwe xerab kiriye” gilî kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku dê destûrê nedin qeyûm li şaredariyan bên tayînkirin û wiha got: “Em wan kesên dixwazin bi sînorê hêza xwe bizanin vedixwînin hilbijartinê.”
Baroya Amedê bi daxwaza îdiayên ku gelê Amedê weke “kobay” hatiye bikaranîn bên lêkolînkirin gilî kir.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku zêdetirî 40 meh in agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ciwanê bi navê Îsa Atabay ku duh li Cizîrê ji bo xelaskirina zarokê ketibû Çemê Dîcleyê xwe avêtibû çem, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.