ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2024'AN
- rojane
- 09:00 05/7/2024
Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 27’emîn de berdewam dike.
Meşa Rêzgirtina li Vînê' ya ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê ve berbi Colemêrgê hat destpêkirin gihişt 65 kîlometreyî Meşvanên îro zîncîra mirovahiyê ava kirin, tevî hewaya germ meş bi biryar domandin.
Siyasetmedar Sebahat Tûncel bi welatiyan re hat gel hev û got sedema pisgirêkên welat pirsgirêka kurd e û got wê li dijî dewleta ku Tirsê diafirîne wê wêrekiyê xurt bikin.
Li Çiyayê Cûdiyê ji ber sedemeke nediyar şewat çêbû. Bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin.
Parêzerên OHD’î diyar kirin ku li Girtîgeha Sîlîvriyê nêzî 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûne.
Şaxa OHD’a Îzmîrê têkildarî mercên giran ên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê serî li Baroya Îzmîrê da û xwest ku baro bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bike.
Artêşa tirk gundê Sergelê yê Amediyeyê topbaran kir û şewateke mezin derket. Xelkê gund banga alîkariya lezgîn li rayedaran kirin.
Baroya Wanê, Şaxa OHD’a Wanê û TUHAY-DER’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş eşkere kirin. Di raporê de hat gotin ku girtî di tecrîdê de ne.
Kesên tev li “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” bûn, di daxuyaniya li Payîzavayê kirin de destnîşan kirin ku meş ne tenê li dijî tayînkirina qeyûm e di heman demê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan e.”
Naciye Oturmak a li Farqînê dijiya, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Xizmên Oturak dan zanîn ku hevjînê wê Hekîm Oturmak bi awayekî sîstematîk tundî lê dikir û par hewl dabû qetil bike.
Platforma ji Parastinê re Azadî, bertek nîşanî binçavkirina 2 parêzeran a li Stenbolê da.
TSK’ê derbarê Seroka TTB’ê ya berê Şebnem Korûr Fîncanciyê de, ji ber nirxandinên operasyonên li Herêma Federe ya Kurdistnê de ên “bikaranîna çekên kîmyewî”, doza tezmînatê dabû vekirin. Danişîna Fîncanciyê hate taloqkirin.
Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li devera li rojhilatê Reqayê ya di dibin kontrola hikumeta Şamê de, şivanek hat kuştin, şivanê din jî winda ye. Herwiha di êrişê de 300 sewal jî telef bûn.
Rêxistinên çapemeniyê dê cezayên hefsê yên li 8 rojnamegeran hatine birîn li Stenbol, Amed û Enqereyê ptotesto bikin.