Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
- rojane
- 15:35 14/6/2024
Hiqûqnasan têkildarî 14’ê Hezîranê Roja Mafê Darizandina Adîlane li Îzmîr û Enqereyê daxuyanî dan.
Hiqûqnasan têkildarî 14’ê Hezîranê Roja Mafê Darizandina Adîlane li Îzmîr û Enqereyê daxuyanî dan.
Rojnamevan Serdar Karakoç ku bi daxwaza îadeyê ya Almanyayê hate girtin, îro li dadgehê bi şert hate berdan.
OHD’ê ji bo tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin bi dawî bibe û bikarin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin serî li Baroya Wanê da.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatan, bi wesîleya Cejna Qurbanê ji bo bi Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê dan.
Platforma Mufredatê Paşve Vekişînin ji bo betalkirina mufredata “Modela Maarîf a Sedsala Tirkiyeyê” serî li Şûreya Dewletê da.
Hate diyarkirin ku polîsan Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş şopandine, tacîz kirine û gef lê xwarine. Parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan bertek nîşanî vê yekê dan.
Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê têkildarî salvegera Berxwedana Karkeran a Mezin a 15-16’ê Hezîranê bi daxuyaniyekê banga têkoşîna hevpar kir.
Beraetkirina polîsên bersûc ên di doza Tahîr Elçî de dihatin darizandin, beraetkirina bersûcên doza Kemal Kurkut, Ceylan Onkol û Recep Hantaş anî bîra mirovan.
Emîne Şenyaşar ku têkoşîna wê ya ji bo darizandina kujerên hevjîn û zarokên xwe ji bo kesên daxwaza edaletê dikin bûye sembol. Şenyaşar, ji bo danîna şîna hevjîn û zarokên xwe û girtina şîna wan ev 6 sal in li benda “edaletê” ye.
Rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û parêzvanên mafên mirovan nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevan Serdar Karakoç dan û gotin: "Şermeke mezine ku siyasetmedarên Ewropayê li gorî daxwazên Tirkiyeyê tevbigerin.”
Li navçeya Sêweregê di navbera du malbatan de şerê biçek derket. Di şer de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Serokên CHP, Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê yên Sêrtê tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê weke “neheqî” nirxandin û xwestin ku îktîdar rêzê ji bo îradeya gel bigire.
Parêzerê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica daxuyaniya Wezîrê Dadê ya der barê tecrîdê de wek “Dixwazin ser sûcê îşkenceya li Îmraliyê bigirin” nirxand û got: “Heke tecrîd nebe çima hikûmet rapora CPT’iyê eşkere nake?”
iraziya Tahîr Elçî, Dîlan Elçî ya biryara doza apê xwe nirxand, bi lêv kir ku kujerên Tahîr Elçî ji aliyê dozgeriyê ve hatinê parastin û wiha got: “Dewletê bi rêya dadgehê guleyeke din li Tahîr Elçî da. Ne yek bi hezaran guleyan jî li me bibarînin em ê dev jî têkoşîna wî bernedin.”
Endamên Koroya Denîz Poyraz diyar kirin ku ew ê Denîz Poyraz bi stranên pirzimanî bidin jiyandin û gotin: “Em ê navê Denîzê bi stranên xwe bidin bihîstin.”