Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
- rojane
- 16:09 10/6/2024
Çiyayê Gabar û Çiyayê Cûdî yên li Şirnexê wek “herêma ewlehiya taybet” hatin ragihandin.
Çiyayê Gabar û Çiyayê Cûdî yên li Şirnexê wek “herêma ewlehiya taybet” hatin ragihandin.
Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol wêneyê Serokkomarê AKP’î yê di odeya xwe de daxistibû û derbarê wî de bi îdiaya “heqareta li serokkomar” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Erol têkildarî mijarê îfade da û anî ziman ku wek qanûnî di odeya meqamê de daliqandina wêneyê Erdogan ne ferz e.
HDK ji bo balê bikişîne ser desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Cadeya Îstîklalê kaxezan firand û çalakî li dar xist.
Înîsiyatîfa Qanûna ji bo Jiyanê li dijî qanûna rê li ber kuştina kûçikan vedike çalakî li dar xist û got: “Hûn nikarin tu heywanan bi awayekî derqanûnî kom bikin, hefs bikin û bikujin.”
Giliyê rojnameya Yenî Şafakê û Aybîke Eroglû hate kirin ku Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, şaredarî û serokên daîreyan hedef girtibûn.
Beriya mitînga desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê bê lidarxistin, dê meşa 3 rojan bidome hat destpêkirin. “Meşa Demokrasiyê” ji Şemzînanê dest pê kir.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku heta biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê tê betalkirin dê dev ji têkoşîna xwe bernedin.
Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de partiyên rasgir-nijadperest rêjeyek bilind bi ser ketin. Fransayê biryar girt ku hilbijartina pêşwext li dar bixe.
Serokê Odeya Zîraetê ya Amedê bertek nîşanî bihayê dexl û dan da û wiha got: “Di van şert û mercan de cotkar nikarin wek domdarî çandiniyê bikin.”
Li Wanê ji ber barîna barana zêde lehî rabûn. Di lehiyê de gelek ajal mirin û ziyaneke mezin gihişt govan û zeviyên çandiniyê.
Derket holê ku TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa miwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din serî li Raportoriya Taybet a Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî dan û banga “Çalakiya lezgîn” kirin.
Şaredariya Rezanê di çarçoveya daxwazên jinan de li navçeyê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet dan destpêkirin.
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin.
Endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û gotin: "Heke gelê me di hilbijartinan de vîna xwe nîşan dabe lê desteserkirina bi darê zorê ji aliyê olî ve ne caîz e.”