Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
- rojane
- 13:08 30/5/2024
Balafirên dewleta tirk gundê Sergelî yê Amediyeyê bombebaran kirin. Hat zanîn ku deverên nêzî qadên sivîlan hatine bombebarankirin.
Balafirên dewleta tirk gundê Sergelî yê Amediyeyê bombebaran kirin. Hat zanîn ku deverên nêzî qadên sivîlan hatine bombebarankirin.
Li navçeya Qilebanê zarokekî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Senem Han a 14 salî ku ji roja înê ve agahî jê nedihat girtin, di kanala avdaniyê de hate dîtin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 39 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di doza têkildarî kuştina amûrsaz Yûsûf Akin a di dema operasyona leşkerî de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin. Prz. Erdal Kûzû diyar kir ku rapora ji aliyê midûriyeta polîsan ve were amadekirin dê objektîf nebe.
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê yên DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 39 meh in agahî jê nayê wergirtin re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.
Ecevît Pîroglû ku li Sirbistanê hate girtin û li dijî derhiqûqtiyan 109 roj in di greva birçîbûnê de ye, daketiye 48 kîloyan. Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Ecevît Pîroglû re Huseyîn Aktaş banga piştevaniyê kir.
Parêzer Alî Çîçek, anî ziman ku têkildarî mirina Mûrat Çîçek ê 25 rojan piştî hewldana întîharê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê jiyana xwe ji dest da, kirariyek jî nehatiye kirin û got: “Bi temamî li benda mirina muwekîl sekinîne.”
11 mamosteyên ji bo daxwazên xwe ragihînin çûbûn pêşiya Wezareta Perwerdeyê û bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Zarokê 9 salî Ensar Kaan Şîmşek ku di qezaya trafîkê ya li Tarsûsê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Şîmşek re hejmara kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 12 kes.
Rojnameger Îrfan Aktan diyar kir ku îktîdar hewl dide bi pêşnûmeya “Sîxûrtiya bandorkirinê” re rojnameger û muxalefetê bêdeng bike û wiha got: “Heta niha di pratîkê de dikirin lê niha dixwazin bi destê hiqûqê bikin.”
Li Îzmîrê welatî û dikandarên ku li dijî krîza aboriyê li ber xwe didin wiha gotin: “Em guhertinê dixwazin, divê paqijiyeke bingehîn were kirin. Divê demildest ‘yek zilam’ biçe.”
Meteorolojiyê ji bo 9 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde ya baranan kir.
YÎBO'yên ku wekî navendên asîmîlasyonê hatin avakirin, bûn mijara xebata bi navê "Amûra Tundî û Asîmlasyonê YÎBO". Ji rêveberiên projeyê Ozgur Unal got: "Li YÛBO'yan nifşeke ku zarokatiya wan ji wan hatiye dizîn heye."
Li Girtîgeha Kampusê ya Tarsusê 5 girtî ne bi daxwaza xwe sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.