ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
- rojane
- 09:01 14/5/2024
Parlementerên DEM Partiyê Sümeyye Boz û Dayika Aştiyê Fînce Akman serdana Emîne Şenyaşarê kirin ku 102 roj in Nobeda Edaletê didomîne.
Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ku di pêşengtiya malbatên girtiyan de tê lidarxistin bal hat kişandin ser tecrîdê û wiha hate gotin: “Heta ku Ocalan azad nebe em jî azad nînin. Em ê ji têkoşîna xwe teqez bi paş ve gavê neavêjin.”
ÎHD’ê diyar kir ku dê bernameya hikûmetê ya teserûfa di qada cemaweriyê de welatiyên xizan hêj bêhtir bide zorê û wiha got: “Ji bo teserûfê lêçûnên leşkerî kêm bikin.”
Şîna Rêber Soydan ku li girtîgehê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Girtiyê nexweş Dijwar Nesrî Îsmaîl tevî ku cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî 3 sal in nayê berdan. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku ev astengî ji ber “midûrê girtîgehê rewşê şexsî dike” ye.
Ji ber barîna barana zêde li Hatayê lehî rabûn. Bajarê konteyniran ê mexdûrên erdhejê lê dimînin di bin avê de ma.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak diyar kir ku Doza Kobanê ne dozeke hiqûqî lê dozeke siyasî ye û anî ziman ku çalakiyên protestoyî yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an têkoşîna lêgerîna maf bû.
Hejmara kesên li Wan û navçeyên wê di serdegirtinên saetên serê sibê de hatin binçavkirin derket 55'an.
Akedemîsyen, nivîskar, parlamenter û hiqûqnas jî di nav de 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî dan û wiha gotin: “Ji bo pêşeroja welatê me pir girîng e. Divê girtî tavilê bên berdan.”
Di lêpirsîna Alî Velî yê ku piştî hatiye berdan derbarê wî de tu agahî nehatine stendin û dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê de biryara neşopandinê hate dayîn. Midûriyeta Polîsan diyar kir ku Velî di çarçoveya “vegera bi dildarî” de hatiye dersînorkirin.
Li gorî lêkolîna Sosyo Polîtîkê her ku temen biçûk dibe, axaftina bi zimanê dayikê jî kêmtir dibe. Di lêkolînê de hat diyarkirin ku “li kolanê/di jiyana civakî” de jin zimanê dayikê kêmtir bi kar tînin. Ji sedî 98,4’ê beşdaran jî xwestin perwerde bi zimanê dayikê be.
Asayîşa PDK’ê 202 roj berê edîtorê Rojnewsê rojnameger Silêman Ehmed li Deriyê Semelkayê revand û tevî gelek serlêdan û bangawaziyan jî ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd 169 roj in di çalakiyê de ne.
Înfaza girtiya siyasî Ayfer Başlig ku cezayê lê hatiye birîn dê di Sibata 2025'an de xelas bibe, bi hinceta ku beşdarî greva birçîbûnê bûye hat şewitandin.