Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
- rojane
- 11:20 22
Amedsporê, li dijî heqaret û çêrên li dijî Leyla Zanayê hatine kirin, biryar da ku di maça bi Igdirsporê ji bo alîgirên jin bêpere be. Seroka Duyemîn a Amedsporê Şeyda Arslantaş, got: “Em ê di trîbûnan de hejmara jinan zêde bikin û bersiva herî delal bidin.”
