‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê, diyar kir ku divê desthilat têkildarî hevdîtina Komîyona li Meclisê bi Abdullah Ocalan re xwedî helwestek zelal be.

 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê tekildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Doganê di serî de balkişand ser balafira lêşkerî ya kargoyê ku li Gurcistanê ket û ji malbatan re sersaxî xwest û xwest sedemên bûyerê bên lêkolînkirin û tespîtkirin. Aysegul Doganê destnîşan kir ku ew bi rojan e li benda berdana girtiyên doza kompasê ya Kobanê ne û ev tişt gotin: “Hemû kes meraq dike ku birêz Selahattin Demirtaş dê kengî bê berdan. Desthilat hê jî bêhiquqiya 9 salên dawî didomîne. Ew doz dozeke siyasî û tolhildanê ye. Divê desthilat êdî dev ji vê berde. Pevajoya aştiyê bi hestên tolhildanê nabe. Divê demildest biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk bînin. Ew biryar di serî de Selahattîn Demirtaş û hemû girtiyên doza Kobanê û siyasî alaqadar dike. Desthilat bi israr biryarê pêknayne. Divê demildest biryara berdana Selahattîn Demirtaş pêk were û doza kompasê ya Kobanê bi dawî bibe. Pêkneanîna biryara Dadgeha Mafê Mirovan tê wateya ku ew vê biryarê nasnakin û di bêhiquqiyê de israr dikin. Em careke din bang li desthilatê dikin ku biryarê pêkbînin û hemû girtiyên siyasî berdin.”
 
‘GIRTINA MIZRAKLI BÊHIQÛQÎ BÛ’
 
Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Doganê ba lkişand ser biryarên Lîjneya Çavdêriyê ya Rêveberiya Girtîgehan û wiha axivî: “Bêhiqûqî ji aliyê din ve jî bi vê lîjneyê berdewam dike. Berdana girtiyên ku cezayê wan qedya ne taloq dike. Herî dawî ji bo Selçuk Mizrakli got ‘têkiliya wî ya rêxistinê berdewam dike’ û berdana wî taloq kir. Selçuk Mizrakli hevşeredarê berê yê Amedê bû. Ji bo mafê mirovan û aştiyê têdikoşiya. Girtina wî jî bêhiqûqî bû. Em di serdemeke ku divê bêhiqûqî bidawî bibin de ne. Berdana girtiyên siyasî wê baweriya ji pêvajoyê jî xurt bike. Her wiha îdianameya ji bo şeredariya Stenbolê. Dîsa bi sed salan cezayê girtîgehê dixwazin ji bo Ekrem Îmamoglu. Raya giştî ya navneteweyî jî vê îdianameya Stenbolê dişopîne. Çapemeniya cihanê vê yekê weke zexteke desthilatê li ser muxalefetê şîrovê dike û bi awayekî hiqûqî pênase nake. Her wiha 16 baroyan jî daxuyanî da û ew îdîaname weke li dij hiqûqî pênase kirin. Ew îro ji bo CHP’ê dikin sibê dibe ku ji bo partiyên din jî bikin. Weke DEM Partî em demokrasî û hiqûqê diparêzin û li dijî kê bêhiqûqî pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
DIVÊ ŞANDE BIÇE ÎMRALIYÊ
 
Ayşegul Doganê balkişand ser xebatên komisyona meclisê ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li meclisê avabûye û wiha pê dê çû: “Komîsyon çend hefte ne bi hincetên cuda civîna xwe pêk nayne. Komîsyon hefteya pêşiya me wê civîna xwe pêkbîne. Hêvî û bendewariya me ew e ku di vê civînê de komîsyon ji bo çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi rêzdar Abdullah Ocalan re biryar bide ku pêvajo pêşve biçe. Divê bingeha hiqûq û demokrasiyê pêk were. Ji bo wê jî di serî de divê qanûnên ku pêwistî bi verastkirinê nakin bên cî. Lê heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke nikare pêşve biçe. Muxatabê sereke rêzdar Abdullah Ocalan e. Em hêvî dikin hemû partiyên siyasî ji bo çareserî, jiyaneke wekhev û demokratik yek helwest nişan bidin. Bendewarî ew e ku komîsyon şandeyekê ava bike û ew şande biçe Girava Îmraliyê.”
 
EM JI BUDÇEYA 2026’AN RE DIBÊJIN NA
 
Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Doganê têkildarî budçeya sala nû jî ev tişt anîn ziman: “Em ji budçeya şer re dibêjin na. Di meha mijdarê de jî ji bo budçeya aştî di çeroveya kampanyaya ‘Nan û Aştiyê’ de em ê li çend bajaran ber bi Enqereyê bi rê bikevin û ji bo budçeya aştiyê dengê xwe bilind bikin.”
 
Ayşegul Dogan li ser pirsa hilbijartinên Iraqê û nîqaşên Kerkûkê jî ev tişt gotin: “Em jî ji nêz ve dişopînin. Hêviya me ew e ku ew hilbijartin ji bo hemû gelên Iraqê demokrasî û aramiyê bi xwe re bîne.”