Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
- polîtîka
- 15:15 20/8/2021
Hevserok û endamên partiyê yên DBP û HDP'ê yên di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de hatin Sêrtê, bi çepik, tilîlî, çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.
Hevserok û endamên partiyê yên DBP û HDP'ê yên di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" de hatin Sêrtê, bi çepik, tilîlî, çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku di hevdîtinên bi gel re, gel peyama xwe ya di warê "tecrîd, yekîtî û azadiyê" de bi awayekî aşkere daye. Aydenîz got: "Gelê me dibêje, têkoşîn girêdayî şikandina tecrîdê ye û divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê berdan."
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûsatafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, diyar kir ku ji bo dizî û nelirîtiyên ên berê aşkere nebin cardin qeyûm tayinî şaredariyan hatine kirin û got: "Roj bê dê AKP û qeyûm biçin û dê hesabê diziyên hatine kirin bê pirsîn."
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ew ê yekîtiya neteweyî bo ku pêk were ji partiyên siyasî wêdetir dê di nava civakê de ava bikin û got: “Têkoşîna gelê kurd di wê pozîsyonê de ye ku astengiyên li pêş yekîtiyê rake.”
Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, destnîşan kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin û ji bo rakirina tecrîdê bal kişand ser têkoşînê.
Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê, di daxuyaniya derbarê Afganîstanê da de w,ha got: "Daxwazên jin û gelên li Afganîstanê yên demokrasî û azadiyê, qurbana berjewendiyên polîtîk ên reel hatin kirin."
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Alîcan Onlu, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li ser tevahiya civakê tê sepandin û ev tişt got: "Heta ku tecrîd bidome em ê nikaribin tiştekî bikin. Ji ber vê divê em tecrîdê bişikînin."
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Fîkret Dogan, diyar kir ku li welat karesateke siyasî tê jiyîn û bi lêv kir ku wê li dijî polîtîkayên tên bi rê ve birin, têbikoşin.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bal kişand ser karesatên lehî û şewatên li welat rû didin û got: “Karesata ekolojiyê bi karesata rêveberiyê re bûne yek û welat veguherandin cihê agir.”
HDK’ê diyar kir ku ji êrişên li Altindaxê yên penaber di wan de hedef hatin girtin desthilat berpirsyar e û wiha got: “Kesên ji vê rewşa dijminane ya tê afirandin sûd digirin wê di bin vê pêvajoya bixetere de bimînin.”
Selîm Kaplan ê HDP'î serdanên xwe yên Trakyayê didomîne û diyar kir ku nebaşiya birêxistinkirî bûye tiştekî ji rêzê û ev tişt got: "Bêhngirtina Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e."
Parlamenterê Meclisa Federal a Almanyayê Nils Schmid, li dijî zext û êrişên li dijî wê serdana Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Îzmîrê kir.
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torûn Oneren, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, azadiya fikr û ramanê jî di nav de hemû azadiyên gelên Tirkiyeyê ji holê rakirine.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku Tirkiye bûye cihê agir û got: “Desthilatdariyê welat ser û bin kiriye. Armanca guhertina vê desthilatdariyê ye.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê ji bo lêkolînê li navçeya Mîlasa ku şewata daristanan lê didome ye diyar kir ku li welat felaketeke rêveberiyê tê jiyîn û bi lêv kir ku wê piştevaniya têkoşîna bi şewatê re bidomînin.