Sancar: Em armanc dikin ku gelê kurd bi nasnameya xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibe
- polîtîka
- 13:51 30/11/2020
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li Bazara Genim serdana esnafan kir û got: "Ji bo çareseriyeke mayind divê Kurd weke kirde bên dîtin û nûnerên Kurdan jî weke aktorekî wekhev bên qebûlkirin. Em ê bikin ku Kurd bi navê xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibin."