'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
- polîtîka
- 09:40 19/5/2024
Feminîst Hulya Osmanagaoglûyê anî ziman ku cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hatine birîn, peyamek e ji bo civakê û got: "Kurd û sosyaslît wê bi têkoşîneke bi hev re bi ser bikevin." Tulay Korkûtanê jî got: "Me bi hev re Kobanê parast û em hê diparêzin. Ger sûc be, me hemûyan ev sûc kiriye."