Kurtulan a HDP’î: Gotina Yildirim a Kurdistan pêkenok e
- polîtîka
- 09:57 08/6/2019
Parlamenter û Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, bal kişand ser gotina Bînalî Yildirim a “Kurdistan û Dersim” û wiha got: "Ev gotina Yildirim gotimek pêkenok e. Hemû kolan pê dikenin. Hemû pêşniyarnameyên me yên peyve Kurdistan di navde hene, tev bi hinceta 'Qibe, dişkîne, birîn dike' tên dîtin û red dikin. Bînalî Beg dema Serokê meclîsê bû red dikir, niha jî bi xwe dibêje Kurdistan."