MYK'a DEM Partiyê civiya
- polîtîka
- 11:33 06/11
MYK a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de civiya.
MYK a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de civiya.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên hiqûqî pêwîst in û got: “Gavavêtin dê rê li entegrasyon, yekbûna civakî û biratiya Kurd û Tirkan vebike.”
Endama PM’ê ya Partiya Şoreşger Mediha Yuksel, anî ziman ku divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin û got: “Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan azad bibe û karibe di mercên guncav de bixebite.”
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş çû serdana Girtîgeha Kandirayê, got Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ev peyam daye: “Dema qezenckirina aştî û demokrasiyê ye.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, piştî serdana Girtîgeha Edîrneyê daxuyanî da û ev peyama Selahattîn Demîrtaş parve kir: “Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.”
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, dê bi koordînatorên partiyên siyasî yên di komîsyonê de cih digirin re hevdîtinê bike.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, pirsa têkildarî Selahattîn Demîrtaş bersivand û got: “Ev welat welatê darazê ye. Daraz di vê mijarê de çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin.”
Erdogan, diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bû û got: “Em gelek biqîmet dibînin ku li hemû aliyan were guhdarîkirin û dijber jî bin, li dijî bin li fikrên cuda were guhdarîkirin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Divê komîsyon tavilê biçe Girava Îmraliyê û yekser bi muxatabê pirsgirêkê re hevdîtinê bike. Divê demildest li birêz Ocalan guhdarî bike.”
Devlet Bahçelî diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê hatiye avakirin biçe Îmraliyê, li Abdullah Ocalan guhdarî bike û got: “Wekîlên hatin hilbijartin bila biçin Îmraliyê, peyaman rû bi rû guhdarî bikin. Ev yek dê pêvajoyê hêj xurtir bike.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku zagonên entegrasyona demokratîk ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd lê mifteya bi temamî demokratîkbûna Tirkiyeyê jî ye.
Erdogan ku bal kişand ser pêvajoyê, got: "Wekî rabirdûya me,siberoja e jî hevpar e. Yek e û bi hev re ye."
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş diyar kir ku ew ê “projeya” xwe ya çareseriyê di demekî herî nêz de biencam bikin û li dijî provokasyonan hişyarî kir.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku tevî pêvajoyê jî pareke mezin a budçeyê ji bo lêçûnên milîtarîst hatiye veqetandin û got: “Hûn çima hêj ewqas pereyan bo çekan vediqetînin?”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser rola hêzên demokrasiyê ya di pêvajoyê de û got: “Tifaq û piştevanî têr nake. Divê berpirsyartiyê li xwe bigirin, li cem Tevgera Azadiyê ya Kurd cih bigirin.”