Li Zanîngeha Çukurovayê êrişa nîjadperest
- ciwan
- 15:24 26/12/2023
Komeke nîjadperest li Zanîngeha Çukurovayê êrişî xwendekarên lijneyên xwe yên giştî li dar dixistin kir.
Komeke nîjadperest li Zanîngeha Çukurovayê êrişî xwendekarên lijneyên xwe yên giştî li dar dixistin kir.
Jinên ciwan ên tev li Kongreya Ciwanan a DEM Partiyê bûn, diyar kirin ku dê rê nedin polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê û wiha got: “Em dikarin polîtîkayên şerê taybet encax bi rêxistinbûna di bin banê DEM Partiyê de pûç bikin.”
Ciwanên tev li kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bûn diyar kirin ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û wiha gotin: “Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê.”
Tê payîn ku 61 kesên ku piştî kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatibûn binçavkirin û karûbarên wan ên îfadeyê qediyan sewqî edliyeyê bên kirin.
Derbarê 1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de lêpirsîn hate destpêkirin.
Piştî kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya li Amedê herî kêm 30 ciwan bi lêdanê hatin binçavkirin.
Meclisa Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku li Amedê 1’emîn Kongreya Asayî li dar dixe, rêveberiya xwe ya nû diyar kir.
Rêxistinên ciwanan ên Ewropayê ji bo kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê peyam şandin û wiha gotin: “Em dikarin bi piştevaniya enternasyonal û têkoşîna hevpar bi ser kevin.”
Di Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de hêrsa li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derket pêş. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Me serê xwe netewand. Ev bîr, bawerî û îradeye dê tecrîdê bişikîne û faşîzmê hilweşîne.”
Bi hezaran ciwan di kongreya “Vejînek Ciwan” a Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin ba hev. Li eywana kongreyê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide.
Ciwanên ji bo 1’emîn Kongraya Asayî ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê banga tevlibûnê kirine, anîn ziman ku daxwaza wan rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û ji polîtîkayên şerê taybet re bersivbûn e.
Endamê Meclisa Ciwanên DEM Partiyê Demhat Guvercîn destnîşan kir ku çareseriya li dijî polîtîkayên şerê taybet, ji têkoşînê derbas dibe û bi bangawaziya tevlibûna Kongreya Ciwanan wiha axivî: “Werin em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin.”
Tê payîn ku dê 7 hezar kes tev li kongreya ku Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê di 24’ê mijdarê de li Amedê li dar bixe bibin. Mijarên bingehîn ên kongreyê dê bibin polîtîkayên şerê taybet û tecrîd.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û hedef girtina yek ji mezinên kurdan Şêx Seîd meşek lidarxistin.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo tevlibûna kongreya xwe ya ku dê bi dirûşma “Vejîneke ciwan” li Amedê li dar bixe, belavok belav kir.