Dê li dijî OHAL’ê têkoşînê bidin
- aborî-ked
- 12:55 02/12/2017
Di pêşengiya KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê de “Ne OHAL, Demokrasî” forumê dest pê kir û 4 rêxistin dê li dijî OHAL’ê banga têkoşînê bikin.
Di pêşengiya KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê de “Ne OHAL, Demokrasî” forumê dest pê kir û 4 rêxistin dê li dijî OHAL’ê banga têkoşînê bikin.
Sekretara Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku îktîdara siyasî di qada jîngeha kedê de dixwaze profîleke 'xebatkarên îtaatkar' çê bike. Atasoy got ku îktîdar dixwaze vê yekê bi jinan bide destpêkirin û berbelavkirin. Atasoy diyar kir ku di her cure rêbaza lêgerîna mafan de, jin bêtir bi zext û zoriyan û gefan re rû bi rû dimînin.
"4'emîn Sempozyuma Bajêr a Stenbolê" di pêşengiya Lijneya Koordînasyona Bajêrê Stenbolê ya TMMOB'e de dest pê kir. Wekîlê CHP'ê Alî Şeker da zanîn ku ew berî çend rojan çûye Amedê û aşkera kir ku Sûr kirine qurbana rantê.
Esnafên Hala Sebze û Fêkiyan a Wanê dan zanîn ku bi bihabûna sotemeniyê re maliyeta wan gelek biha bûye û ji ber zemên tên kirin li ser welatiyan tê kirin ew jî nikarin fêkî û zebzeyên di destên xwe de bifiroşin.
Li Îdirê ji ber bihabûna kayê şêniyên gundan berê xwe dan pincarê garis û sewalên xwe bi bi giyayê garis xwedî dikin. Gundiyan got “Sewalên me pûş û pincarê garis naxwin lê em neçarin vî giyayî bikin êmê sewalan."
Piştî agahiyên wekî Bazara Sewalên Zindî ya Rihayê derxistine îhaleyê, bêsîvanan berê xwe da Şaredariya Bajarê Mezin û bertekên xwe anîn ziman. Şaredarî ji bo bertekê gel daxe got ku "Ew der cihê we ye."
Hevaparên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB ên Dîlokê, di çarçoveya kampanyaya “Ne OHAL, em demokrasiyê dixwazin” de li hev civiyan û banga “Ji bo hemû kesê demokrasî û edalet” kirin.
Li Bazara Semtê ya Jiyanê ku Şaredariya Rezanê xebata tevî mêran li jinan ferz dike Fatma Dogan, anî ziman tevî hemû polîtîkayên devjêberdanê û şert û mercên zor û zehmet ên xebatê jî ew ê tim ji derheqê ya zor derkevin.
Mûrat Çakir, nûnerê ÎSÎG’ê ku bi weşandina raporên “cinayetên karî” riya jîngeha kedê ronî dike, diyar kir ku di rapora ku wan weşandiye de di 11 mehn 2017’an de herî kêm hezar û 850 karker jiyana xwe ji dest dane û wiha got. “Rewşa xerab a aboriyê bi zext û zoriyan bi ser karkeran de diçe. Fatûreya polîtîkayên nebaş, li karkeran tê birin.”
Bihabûna zêran bandorê li ser firotinê dike. Zêrfiroşên li Wanê diyar kirin ku qeweta wan a kirîna zêran daketiye û ji ber vê yekê nikarin zêran bifiroşin û hatine wê astê ku deriyên dikanên xwe qefle bikin.
Li Colemêrgê qedexeyên du salên dawî yên li ser zozanên herêmê yên herî bi bereket, sewalkarî qedand. Li bajêr ji ber tunebûna giha, ka û êmê sewalan, xwediyên sewalan yek bi yek sewalên xwe difiroşin.
Bernameya "Navenda Cazîbê" ku îktîdarên Tirkiye ji bo pirsgirêka kurdan bi rêbaza aboriyê çareser bike anîn rojevê, 18 sal borî hêj neketiye meriyetê. 10 hikûmet hatin guhertin, lê heta niha razemeniyek nehatiye avakirin û bizmarek hêj nehatiye kutan.
Aborîzan Mûstafa Sonmez, anî ziman ku Bankeya Navendî li hemberî zêdebûna Dolar û Eûroyê faîzê zêde dike û bi vî awayî hewl dide hevsengiyekê çê bike, lê li gel vê yekê jî aborî sinyalên nebaş dide. Sonmez diyar kir ku ji ber vê dibe ku sala 2018’an bibe “saleke nexweş” û wiha got: “Sererastkirina vê yekê bi pêşxistina aştiya navxweyî pêkan e.”
Di demên dawî de li bazaran tam bêdengiyeke xwe daye der û ji ber vê welatî nizanin dê çi bikin. Ji ber ku berên wan li ser dezgeyan dimînin û nayên firotin, bazarvan nerihet in û dixwazin kesên ku rewşa aborî xistin vî halî bila hesab bidin.
Mamosteyên bi navê Hakan Keser û Farrettîn Baştamur piştî ji bo mamostetiyê mehatin peywirdarkirin, dikana şûştinê ya maşîneyan vekirin. Mamosteyên ji karê xwe kêfxwş in gotin ku "Bi hezaran hempîşeyên me hatin îxrackirin. Baş e ku em nehatine peywirdarkirin."