Buhayên sotemeniyê pişta wan şikand
- aborî-ked
- 09:32 15/11/2017
Hikûmeta AKP'ê buhayên sotemeniyê li ser hev du caran zem kir. Ji ber zemê buhayê mazotê 5 lîreyan derbas kir. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê de û dest nîşan kirin ku ji ber şer zem çê dibin û heke dawî li şer bê dê buha dakevin.
