Gergerlîoglu: Kesên muhafazakar bêtir sosyalist û Kurd fan kirin
- analîz
- 11:02 20/7/2020
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu, diyar kir ku piştî OHAL'ê mexdûrên OHAL'ê yên muhafazakar, bêtir kesên sosyalîst û Kurd fam kirin.
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu, diyar kir ku piştî OHAL'ê mexdûrên OHAL'ê yên muhafazakar, bêtir kesên sosyalîst û Kurd fam kirin.
Di ser hewldana 15'ê Tirmehê re 4 sal derbas bûn. Lê hêj berpirsiyarê esasî nehatine ronîkirin û cezakirin. Endamê Komîsyona Lêkolîna Hewldana Darbeyê yê CHP'ê Prz. Sezgîn Tanrikulu, diyar kir ku ji bo berpirsiyarên esil bên ronîkirin û aşkerekirin AKP dibe asteng. Prof. Dr. Cem Kaptanoglu jî anî ziman ku piştî hewldana darbeyê xwestin civak razî bibe, lê êdî civak ji vî halî razî nabe.
Hevseroka berê ya KCD'ê Yuksel Genç, bal kişand armanca îqtîdarê ya li dijî KCD'ê û wiha got: "Ev girêdayî rewşa Kurdan a nû ye. Bi mohrkirina KCD'ê çareseriya pirsgirêka Kurd mohr kirin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di sala 2007'an de bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd pêş bixe dest bi xebatan kir. Di bin baneyê KCD'ê de bi giştî 800 Rêxistinên Civakî û Sivîl hene. Ji bo çareseriyê heta niha gelek kongre û konfrenas li dar xist. Hemû xebatên xwe ji raya giştî û çapemeniyê re vekirî pêk anî. Lê piştî rengê siyasetê guherî, di 26'ê Hezîranê de deriyê avahiya KCD'a ku hevserokên wê dawetî meclisê kiribûn û endamên Heyeta Îmraliyê bû mohr kirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 sal in şer didome. Di şer û êrîşên DAIŞ, El-Nusra, OSO, Sultan Murat û komên din ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de herî zêde jin bûn armanc. Li gorî Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Navendaw ê Îngiltere ye, heta 2018'an 106 hezar sivîl bi giştî 353 hezar û 900 mirov hatin kuştin û ji sedî 40 jin û zarok in.
Ji ber krîzê gelek kesan ji neçarî dest bi deynan kiriye. Krediya şexsî, zêdebûna deynên şîrketên biçûk û orte, zêdebûna deynê cemaweriyê pêşî li ber topavêtin û îflasê vekiriye. Wisa xuyaye wê ev yek bi xwe re xizanî û newekheviyê kûrtir bike.
Tirkiye ya ku terefê şerê navxweyî yê Sûriyê û Lîbya dike hindik maye ku ew û partnera xwe Rûsya ji hev biçin. Tirkiye li Idlibê piştgirî ji NATO’yê werdigire û loma jî navbera wê Rûsya xera dibe û li Lîbyayê jî şer dike.
Hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an li Tirkiyeyê modelek nû pêş xist. Nîşan da ku ji xeynî 2 eniyên siyasetên eniya sêyemîn a siyasetê jî heye. Siyasetmedar Ertugrul Kurkçu, anî ziman ku vê tabloyê eyarên dewletê xera kir û ji ber vê yekê rêbaza “darbeyê” xistin meriyetê. Kurkçu, anî ziman ku êdî hêza gel derket pêş.
Hewldanên PDK'ê yên li herêma Zînî Wertê rageşî zêde kir. PDK'ê tevî hemû bertek û nerazîbûnan gav paşve neavêtiye û li gelek nokteyan qereqol ava kirin. Hêjmara pêşmergeyan zêde kir. Derket holê ku li pişt plana PDK'ê ya Zînî Wertê soza DYA û Tirkiye ku dewletê bide wan heye.
Êrîşa TSK'ê ya li herêma Zînî Wertê û bicihkirina hêza pêşmergeyan a PDK'ê gelê herêmê xist nava fikaran. Gelê herêmê diyar dikin ku ev êrîş palana PDK'ê û Tirkiye ya hevpar e û li vir PKK û YNK’ê dike hedef. Bi vê yekê dixwaze rê li pêş yekîtiya gelê Kurd bigire.
Şandeya Îmraliyê herî dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Piştî vê hevdîtinê pêvajoyek nû, tarî û şer dest pê kir. Endamê Şandeya Sirri Sureya Onder got: “Heke zemîna Îmraliyê ji nûve were zindîkirin wê ji bo vê gerîneka cîhan ketiye navê bibe rêber.”
Jinên sendîkavan ên bi daxwaz û biryardariyek mezin wê li qadên 8’ê Adarê bin, diyar kirin ku ew bi têkoşîna jinan a birêxistinkirî pêşerojê bi hevre dihon in û gotin: “Li tevahiya cîhanê tevgerên jinan mezin dibin. Em jî di vê çarçoveyê de bang li jinan dikin ku werin em di 8’ê Adarê de têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, cihê jinê û hevserokatiyê yê di rêveberiyên herêmî de nirxand û Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Ayşe Mînaz jî, bal kişand ser girîngiya jiyana pev re ya jin û mêran û pev re bûna wan a di pêvajoyên birêvebirinê de.
Di destpêka salên 2017’an êdî beşeke mezin a Êzidxanê ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û gelek malbatên ku ji ber fermanê koçber bûbûn, vederiyan axa xwe. Hêzên YBŞ-YJŞ’ê xwe rêkûpêk kirin û nîzama xwe ya leşkerî ava kirin û ewlehiya herêmê pêş xistin. Piştî avakirina YBŞ û YJŞ'ê şert û mercên jiyana li Şengalê bêtir asayî bû.
Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga, diyar kir ku jinan êdî kirasê xwe yê mirinê ku jê re hatî dirûtin qetandiye û got: "Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan.”