Pirtûka bijîşkiya gelêrî ya kurdî 'Tibba Melayê Ervasî' kengî hatiye nivîsandin?
- çand û huner
- 09:29 16/11/2019
Di kurdî de heta niha di warê bijîşkiya gelêrî de pirtûka herî kevin a li ber destan "Tibba Melayê Ervasî" ye. Lê belê "Tibba Melayê Ervasî" kengî hatiye nivîsandin? Di gelek çavkaniyan û çapên bi alfabeya latînî yên vê pirtûka navbirî de, dema nivîsandina wê tê nîqaşkirin û hin malûmat tên dayîn. Herî dawî bi latînzekirin û amadekariya Mela Birhanê Tarînî ji Weşanxaneya Darayê derket û vê carê jî tê gotin ku di sedsala 14'an de hatiye nivîsandin.