HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
- ekolojî
- 09:04 12/1/2023
HES, bendav û kanên madenan gefê li Dêrsimê dixwin. Hema bibêje Dêrsim her roj bi projeyên rantê pêşkêşî şîrketên madenan tê kirin.
HES, bendav û kanên madenan gefê li Dêrsimê dixwin. Hema bibêje Dêrsim her roj bi projeyên rantê pêşkêşî şîrketên madenan tê kirin.
Rêveberên odeyên çandinî û plansaziya bajêr ên şaxên Amedê diyar kirin ku ji bo "projeyên" ku bi awayekî fermî li Baxçeyên Hewselê nayên kirin, rê û rêbazên nefermî hatine bikaranîn û burokratên ne ji vî bajarî ne li bîra civakê ya bajêr talanê pêk tînin.
Li navçeya Pêtirgeh a Meletiyê 32 kanên madenê bi awayekî çalak dixebitin. Hevberdevkê Mal-Çep’ê Ramazan Derîn diyar kir ku rêveberên bajêr di mijara hawirdorê de bi hestiyar tevnagerin.
Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî û Çandê ya Nûrheqê û Gundên Wê Zeynel Gul, diyar kir ku li Nûrheqê qada ku ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qadên jiyanê yên mirovan berfirehtir e û got: "Her diçe qadên me yên jiyanê tên tunekirin."
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan ji bo têkildarî hestiyên mirovan ên li Geliyê Zîlan hatin dîtin lêpirsîn bê destpêkirin, pêşniyazname da Meclisê.
Çopên li Wanê tên komkirin li şûna ku bişînin Tesîsa Veguherandina Bermayên Avêtinê yên Hişk ên Entegre, dirijînin Gola Wanê û Çemê Botanê.
Şaredariya Dersimê hewl dide ku li nêzî gundê Sutluceyê "Tesîsa Berterefkirina Bermayiyên Hişk" çêbike. Gundiyên ku çêkirina tesîseke bi vî rengî naxwazin, xwestin ku Şaredariya Dersimê demildest dest ji çêkirina tesîsa navborî berde.
Li gundê Teraş ê Sasonê, ji ber xebatên sondajê yên TPAO'yê madeyên bijehr tevlî ava vexwarinê bûne. Ekolojîst Huseyîn Akil xwest ku ev mexdûriyeta gelê herêmê demildest bê helkirin.
Dadgeha Îdareyê ya Semsûrê serlêdana ji bo rawestandina kana mermeran a li bajaroka Komirê red kiribû. Lê Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Dîlokê dosyeyê ji bo "vekolandina esasî" cardin lê vegerand.
Li gundê Dêra Jorê yê li Çiyayê Gabarê, dêr û keşîşxaneya Mor Ahoyê, bi salan e wekî axur tê bikaranîn û texrîbkirin.
Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’a Amedê lêkolînkirina UNESCO’yê ya li Sûrê ya 7 sal piştî qedexeyên derketina kolanan rexne kir û diyar kir ku ji bo bajêr ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê bê derxistin her cure weranî hatiye destnîşankirin.
Li Şirnexê welatiyê ku li dijî birîna daran a li Şirnexê berdewam dike daxwazname ji Midûriyetên Daristanên 5 bajarên cuda re şandibûn bê bersiv man. Ji serlêdaran Abdulezîz Gungen bertek nîşanî Midûriyetên Daristanan da û got: "Midûriyeta Daristanan piştgiriyê dide birîna daran. Şirîkê vê birînê ne.”
Şaredariya Sûrê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi kemçeyan ket nava Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê ku ji aliyê ÛNESCO'yê ve wekî qada sîtê hatine îlankirin. Pêkhateyên TMMOB'ê yên Amedê diyar kirin ku dê kesên mudaxileyî çem dikin gilî bikin.
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê Vahdettîn Tuzun bal kişand ser texrîbatên dê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Êlihê bi xwe re bîne ku tê payîn li hewzeya Rûbarokê Êlihê were çêkirin û wiha got: “Bi vê yekê re dixwazin bêhnê li xelkê bajar biçikînin.”
Dadgeha Îdareya Wanê diyar kir ku ji bo projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan ji bo zirarê bide hawirdorê tevdîrên pêwîst nehatine girtin û biryar da ku proje bê betalkirin.