Nobeta Çiyayê Kazê di roja 44'an de yeBi belavokan bal kişandin ser xwezayê
- ekolojî
- 16:23 07/9/2019
Nobeta Av û Wijdan a li dijî talankirina Çiyayê Kazê di roja 44'an de berdewam kir. Welatiyan diyar kirin ku heta şîrket destê xwe ji talankirina xwezayê vekişînin wê çalakiya xwe berdewam birin. Li Stenbolê jî Înîsiyatifa Piştevaniya Xwezayê ya Esenyurtê, bi armanca balê bikişînin ser talankirina xwezayê li qada bajar belavok belav kirin.
