Xwezaparêz meşiyan qada madenê: Bila Çiyayê Kazê nebin çiyayê rantê
- ekolojî
- 13:41 10/8/2019
Bi sedan kes piştî biryara Lijneya Koordinasyona Nobeta Av û Wîcdanê ya “Çalakiya bê çadir" meşiyan qada madenê. Bi sedan kesên meşiyan li qada madenê bi awayekî sembolîk fîdan çandin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Tunç Soyer bertekên xwe anîn ziman û got: "Bila Çiyayê Kaz nebin çiyayê rantê. Emê heta dawî li dijî vê yekê têbikoşin."
